BDP’a Edeneyê 2’mîn kongreya xwe li darxist

BDP’a Edeneyê 2’mîn kongreya xwe li darxist

Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê 2'emîn Kongreya xwe ya Awarte pêk anî û diyarî kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane kir. Di kongreyê de Parlamenterê BDP'ê yê Bedlisê Husamettin Zenderlîoglu diyar kir ku, pakêta hikûmetê vala derket û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê her dem em xapandin. Êdî em bi van polîtîkayan naxapin. Em dê têkoşina xwe bi gelê xwe re pêş bixin."

BDP'a Edeneyê dê 2'emîn kongreya xwe ya awarte li salona dawetê ya Bebe Muzikholê pêk anî. Di kongreyê de Parlamenterê BDP'ê yê Bêdlisê Husamettin Zenderlîoglu, rêveberên BDP'ê yên navendî û bajar Xalê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Suleyman Arslan, rêveber û aktîvîstên DOKH, TUHADER, KURDÎ-DER, MEYADER, ÎHD, Dayîkên Aştiyê jî di nav de ji 7 salî heta 70 salî bi sedan kes amade bûn.

Li salona kongreyê posterê şervanê YPG'ê Yusuf Çig, Mehmet Karane û Omer Karane hatin vekirin. Dîsa pankartên "Şehîdê me rûmeta me ne" "Em bi avakirina jiyana azad, azadiya Rêbertiyê û bi Bîrdoziya Rizgariya Jinê em 2'emin kongreyê silav dikin", "Rêbertiya Azad, Jina Azad û Kurdistana Azad", "Hûn bi hemleya avakirina Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad bi xêr hatine Kongreyê" û "Em dê xwe û bajarê xwe bi xwe bi rêve bibin" vekirin.

Girseya beşdarî kongreyê bûn, li ber muzîkê govend geradin. Kongreyê bi rêzgirtinê û sirûda "Çarxe Şoreşê" destpê kir û bi axatinan berdewam kir. Girsê bê navber siloganên "Bijî serok Apo" û "Şehîd namirin" berdewam kir.

Di kongreyê de Parlamenterê BDP'ê yê Bedlisê Husamettin Zenderlîoglu axivî û diyar kir ku, pakêta hikûmetê vala derket û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê her dem em xapandin. Êdî em bi van polîtîkayan naxapin. Em dê têkoşina xwe bi gelê xwe re pêş bixin."

Piştî axaftinê di hilbijartinê de rageşî pêk hat. Piştî rageşî bi dawî bû bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat. Ugur Bayrak ji nû ve wekî Serokê Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê hat hilbijartin.