Bazara qirêj a YE-Tirkiye li ber Senatoya Romayê hat şermezarkirin
Kurdistanî û dostên wan ên Îtalî li ber senatoya Romayê li hev civiyan û bazara qirêj a Tirkiye û Yekîtiya Ewropa (YE) li ser penaberan dikin, şermezar kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên Îtalî li ber senatoya Romayê li hev civiyan û bazara qirêj a Tirkiye û Yekîtiya Ewropa (YE) li ser penaberan dikin, şermezar kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên Îtalî li ber senatoya Romayê li hev civiyan û bazara qirêj a Tirkiye û Yekîtiya Ewropa (YE) li ser penaberan dikin, şermezar kirin. Çalakgeran nerazîbûn nîşanî şerê li Kurdistanê dan û berxwedana gelê Kurd silav kirin.
Dostaniya bi Kurdan re Agirette Kukrdistan û Navenda Çanda Kurd, li paytexta Îtalya Romayê, bi armanca şermezarkirina polîtîkayên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê li ser mijara penaberan û ji bo protestokirina şerê li Kurdistanê, li ber Senatoya Romayê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya ku Kurdistanî û dostên wan ên Îtalî amade bûn de dirûşmên "Ji Ocalan re Azadî", "Kurdistan", "Bijî berxwedana Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever û Silopiyayê" û "Kujer Erdogan" hatin qÎrîn. Çalakgeran bi yekdengî ji polîtîkayên qirêj ên li hemberî penaberan tên meşandin re, ji peymana navbera YE û Tirkiyeyê de gotin 'NA' û nerazîbûn nîşan dan. Di çalakiyê de, ku hingî Serokwezîrê Îtalyayê Mateo Renzî li Senatoyê têkildarî peymana li ser pirsgirêka penaberan daxivî, çalakgeran bi wêneyên şerê dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, çalakî lidar xistin.
Bi pankartên li qada çalakiyê hatin vekirin re hat ragihandin, ku di nava 6 mehên dawî yên şerê li dijî gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê de, zarok, extiyar, jin, ciwan nêzî 700 sivîl di bomberdûmana bajaran de hatin qetilkirin û piraniya wan bi saxî hatin şewitandin. Çalakgeran destnîşan kirin, ku pereyên di çarçoveya peymana li ser mijara penaberan de ji Tirkiyeyê re bên şandin, wê were wateya destekkirina vî şerî. Çalakgeran dan zanîn, ku divê Tirkiye weke welatekî ewle neyê dîtin û bal hat kişandin ser zextên li siyasetmedar, hiqûqnas, akademîsyen û rojnamevanên li Tirkiyeyê.
Di çalakiyê de her wiha hat xwestin, ku Tirkiye were boykotkirin. Çalakgeran destek dan berxwedana gelê Kurd a li hemberî polîtîkayên şer ên dewlet û hikûmeta Tirk.