Bayik: Kurd divê xwe bispêrin hêza xwe

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK'ê Cemîl Bayik got Kurd bi têkoşîna xwe ya ku bi salan e didomînin bûne kana hêz û hêviyê û diyar kir, ji ber vê sedemê, li dijî hemû êrîşan jî divê Kurd xwe bispêrin hêza xwe.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di qenala Medya Haber de bersiv da pirsên Esra Mikyaz a derbarê geşedanên 2018'an ên li Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn ku derketin pêş. Di vî beşê pêşî yê bernameyê de Bayik li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê, li ser berxwedana Efrînê, kêmasiyan û li ser mijarên din ên di rojevê de axivî.

Bayik şehîdên Efrînê bi bîr anî û dest bi axaftina xwe kir û got, li Efrînê berxwedaniyeke dastanî hatiye jiyîn, mohra xwe li 2018'an daye û got, ''Şerê Efrînê bi rastî jî weke gelê me û şervanên me yên li wir ragihandî, şerê serdemê bû. Şerekî mezin bû. Bi hemû hêlên xwe ve mohra xwe li 2018'an da. Nexasim piştî dagirkirina Kerkûkê û azadkirina Reqayê divê mirov êrîşa TC'ê û çeteyên wê ya bi ser Efrînê de baş fêhm bike. Ku mirov bala xwe bidiyê êrîş çû ser Kerkûkê û derdora wê. Hema hema nîvê Başûrê Kurdistanê di du rojan e ji destê Kurdan derket.''

DAGIRKERINA KERKÛKÊ BANDOR LI HEMÛ KURDAN KIR

Bayik got dagirkirina Kerkûkê bandoreke neçê li ser Kurdan kiriye û got, ''Bandora xwe ne tenê li ser Kurdên Başûr kir, bandor li hemû Kurdan kir. Lê piştre azadbûna Reqa ji vê re bû bersiv. Vê rewşa Kurdan ku li Kerkûkê jiyan hinekî rast kir. Ango dîsa baweriya Kurdan bi wan çêbû. Baweriyeke mezin bi Rêber Apo û bi  tevgera azadiya Kurdan a bi pêşengiya Rêber Apo çêbû. Lê modernîteya kapîtalîst, hêzên mêtinger dîsa nokerên gel wan, dixwestin bi Kerkûkê re derbekê li Kurdan bixin. Dixwazin vîna Kurdan bişkînin.

Dixwestin Kurdan bikişînin cihê ku wan dixwestin û li Rojhilata Navîn wan bi kar bînin. Lê azadkirina Reqayê ev plan pûç kirin. Kurdan nîşan dan ku ew vîneke xurt in, ji bilî jiyana azad jiyanê qebûl nakin, ji bo vê wê fedekariyê jî bikin û bi zelalî nîşan dan, berdêlên hewce jî wê bidin. Ev ji Kurdan re bû berxwedan, bû moral û hêz. Helbet ev neserifandin. Ji ber ku armanc cuda bû. Rewşeke berevajî derket holê. Xwestin vê rakin. Ji bo vê jî pergala modernîteya kapîtalîst Efrîn ji dagireriya TC'ê û çeteyên wê re vekir.''

'LI EFRÎNÊ BERXWEDANIYEKE DASTANÎ ÇÊBÛ'

Bayik bi bîr xist bi desteka dewletên kapîtalîst dewleta Tirk Efrîn dagir kiriye û got, ''Heke TC û çeteyên wê ketibin Efrînê ev ne bi hêza wan e. Ew tetîkêşên modernîteya kapîtalîst bûn. Li ser navê wan ketin Efrînê. Heke modernîteya kapîtalîst destûra wan nedane ti caran nikarîbûn bikevin Efrînê, nikarîbûn gava xwe jî bavêjin. Niha dixwazin demografiyê biguherin. Em bala xwe bidinê, Tirkiye û çeteyên wê dema ku ketin Efrînê kesek li dij vê ranewestiya, her kesî ev pejirand û rewa nîşan da.

Bayik bi domdarî got, ''Ji vê helê ve berxwedaniya Efrînê berxwedaniyeke mezin e. Bi rastî jî berxwedaniyeke dastanî ye. Ji bo vê jî di cih de ye ku jê re şerê serdemê were gotin. Ji ber ku li dijî dagirkeriya pergalê têkoşîyan, bi pergalê re têkoşiyan. Ji ber ku ev şerê modernîteya demokratîk û kapîtalîst bû. Ev şerekî mezin e. Ji bo vê jî mohra xwe li 2018'an da. Heke em bala xwe bidinê, bûyerên 2018'an li ser şerê Efrînê şeklê xwe girtin, bi dirûv bûn.

Berxwedaniyeke bi qehremanî û dastanî bû. Hemû hêzên azadî û demokrasiyê jî destek dane berxwedanê. Belkî Tirkiye û çeteyên wê ketin Efrînê, dagir kiribin lê şer nerawestiye, hê jî didome. Çalakiyên ku têne kirin, têne dîtin. Ji ber ku ne gelê Efrînê, ne gelê Kurd, qebûl nakin ku TC û çeteyên wê Efrînê wiha dagir bikin bi demografiya wê bilîzin, ti caran jî wê qebûl nekin. Ji bo azadiya Efrînê tim wê têbikoşin.''

PIŞTÎ AZADKIRINA REQAYÊ DIVIYA GUHERÎNÊN STRATEJÎK BIHATANA KIRIN

Bayik bi domdarî got dagirkeriya li Efrînê tenê bi destekkirina dewleta Tirk û çeteyên wê, ya bi hêzên navdewletî nikare were vegotin, diyar kir, kêmasiya hêzên azadiyê yên li Efrînê jî hebûn û li ser şaşîtiyên li wir got, ''Kêmasiyên hêzên azadiyê yên li wir jî hebûn. Ji wan şaşîtiyan sûd wergirtin û dagir kirin. Heke ew şaşî nehatana kirin, pergala modernîteya kapîtalîst çi qasî destek bidana TC'ê û çeteyên wê, çi qasî pê tetîkêşî bikirana jî nikarîbûn bi ser bikevein.

Şaşîtiya mezin ew bû ku, piştî azadkirina Reqayê diviya stratejiya xwe biguherandana. Lê ev ne kirin. Lê li Reqayê DAÎŞ têk çûbû, êdî dawî li wê pêvajoyê hatibû. Piştî azadkirina Reqayê êdî hin hêzên din tevlî pêvajoyê dibûn. Di tifaqan û hevsengan de guherîn çêdibûn. Hin hêzên di nav koalîsyona nav DAÎŞ'ê de, bi taybet Emerîka, ji koalîsyonê derdiket û dixwest tifaqa xwe ya bi Tirkiyê re geş bike.

Diviya ev bihata dîtin. Lê nehate dîtin. Ango ji wan weye koalîsyona dijî DAÎŞ'ê piştî azadkirina Reqayê jî wê wiha bidome. Ev şaşî hate kirin. Piştî azadkirina Reqayê DYE'yê tifaqa xwe ya bi Tirkiyê re geş dikir. Wateya wê çi bû? Bi desteka DYE, Rûsya, modernîteya kapîtalîst Tirkiye dikarîbû êrîşê bi ser Efrînê de bibe. Diviya ev bihata fêhmkirin. Li gor vê diviya nêzî şer bibûna, taktîk û stratejî bidana ber xwe. Yek ji şaşîtiya wan a sereke ev bû.''

'DIVIYA GEL Û HÊZÊN LEŞKERÎ BI HEV RE LI BER XWE BIDANA'

Bayik bi domdarî got berxwedaniyeke bi qehremanî hatiye kirin lê encameke li gor vê nehatiye standin û got, ''Dîsa yek ji şaşîtiya sereke ew bû ku şervanên azadiyê û gel bi hev re li dij dagirkeriyê rawestane, têbikoşiyane. Lê çawa ku li dijî DAÎŞ'ê tenê bi hêza leşkerî şer kirine, li Efrînê jî xwestin ku li dijî dagirkeriya TC'ê tenê bi hêza leşkerî têbikoşin. Ev şaşîtiyeke sereke bû. Lê diviya bi gel re berxwedaniya hêzên leşkerî bikirana. Heke ev bihata kirin ew berxwedaniya bi qehremanî wê encamên baş bi xwe re bianîna. Wiha bi hêsanî wê TC û çeteyên wê nikarîbûna Efrînê dagir bikirana.

Tirkiyê jixwe dixwest ku vala bike. Dixwest gundan, bajaran bide valakirin. Dixwest ku tenê hêzên leşkerî bimînin, bi teknîkê li wan hêzan bixin û îmha bikin. Rêveberiya wir jî, bêyî ku hay ji vê hebin, ji bo ku ziyan negihe gel, li dijî top, tang û balafirên TC'ê xwest ku gund û bajaran vala bike. Ev tam li gor daxwaza Tirkiyê bû. Yek ji şaşîtiya sereke bû.

Yek ji şaşîtiya dî ya sereke ew bû ku dihate fikirîn ku  hêzên modernîteya kapîtalîst wê destekê bidin Tirkiyê û  bi vê destekê wê nikaribin bikevin Efrînê. Ji ber ku koalîsyonên cuda çêbûbûn. Li gorî vê koalîsyonên cuda çêbûbûn. Li ser vê ew fikir bi wan re çêbûbû ku nikarin wiha bi hêsanî bikevin Efrînê ji ber ku hin hêzan ev hem ji gel re wilo nîşan dabûn û hem jî ji şervanan re. Ji ber vê jî haziriyeke cidî nekiribûn.''

TC BI TEŞWÎQA DYE'YÊ KETE EFRÎNÊ

Bayik bi domdarî got, piştî azadkirina Reqayê hin hêzan got, ''Êdî li Sûriyê şer diqede, pêvajo wê bi siyasî bidome, arîşe li ser vî bingehî wî çareser bibin'' û domand, ''Lê şer nediqediya. Jixwe li Efrînê bi zelalî xuya kir  ku neqediyaye. Hin hêzan ji vê bawer kir. Ango îhtîmal bêhtir dane wê ku ji şer bêhtir çareseriya siyasî geş bibe. Ji bo vê jî haziriyên ku diviya bikirana nekirin, bêhazirî man û gel û hêzên wê xweş motîve nekirin.

Bayik bi berdewamî bal kişande ser rola Emerîkayê ya di dagirkerina Efrînê de ya ji hêla Tirkiyê ve û got, ''Piştî azadkirina Reqayê guherîna di koalîsyona dijî DAÎŞ'ê de, nîşana herî beloq a bihêzbûna têkiliyên  di navbeyna DYE û Tirkiyê de bû Efrîn. Tirkiye, weke ku tê zanîn û hin derdor propagandaya wê dikin, ne tenê bi teşwîqa Rûsya çêbû. Bi teşwîqa hemû pergalê û nexasim bi ya DYE'ê çêbû. Ji ber ku Tirkiye hêza NATO'yê ye.

Ketina Tirkiyê ya nav Efrînê tê maneya ku NATO ketiye Efrînê. Ji bo vê jî guherîna tifaqan a piştî Reqayê di şerê Efrînê de xwe bi zelalî diyar kir. Hêvî dikim hêzên li Rojava ji Efrînê encamên baş stanibin. Li ser wan encam û dersan xwe perwerde kiribin. Û şaşiyên hevşib li deverên din dubare nekin.''

KURD NEMA DIXWAZIN BÊSTATÛ BIJÎN

Bayik têkilî têkoşîna kurdan a got Kurd bi qehremanî li ber xwe didin, ev berxwedana Kurdan moral û rih tenê nadin gelên herêmê, didin hemû hêzên azadiyê yên cîhanê û got, ''Bi giştî şert li dijî Kurdan çêbûne. Cara pêşî ye ku şertên di aliyê Kurdan de çêbûne. Helbet Kurd dixwazin vê bi kar bînin û nema dixwazin bêstatû bijîn.

Êdî dixwazin hebûna xwe, azadiya xwe pêk bînin. Ev jî tenê bi statûyê dibe. Heke ji vê fersendê sûd wernegirin talokeyên mezin li benda Kurdan in.''

BERXWEDANA KURDAN RIH DIDE GELÊN HERÊMÊ

Bayik got derfet çêbûne ku polîtîkayên qirkirinê werin pûçkirin û berxwedaniya Kuran a bi lehengî û qehremanî ji hêla Emerîkiyan ve jî tê vegotin, Kudan bi berxwedaniya xwe rih didin gelên herêmê, ji wan re dibine hêvî û domand, ''Ne tenê bi wan re, hêvî didine hêzên cîhanê yên ku têkoşîna azadiyê û demokrasiyê didin, hêviyê didin hêzên sosyalîst, jinan, ciwanan. Ji bo vê jî  Kurd bi têkoşîna xwe dertên pêş.''

RÊBER APO STATÛYA DIJÎ GELÊN ROJHILATA NAVÎN PARÇE KIR

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişande ser geşedana ku Rêbrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk anî û got, ''Mirî zindî kir. Ne tenê zindî kir. Ev gelê Kurd ê zindî bûyî li dijî hemû neyêniyan jî, li dijî hemû dijwariyan şerekî mezin ê azadiyê da. Geşedanên mezin bi xwe re anî. Statûya li Rojhilata Navîn parçe kir. Êdî ew statû nema bikêr tê. Ji statûya Rojhilata Navîn ne tenê Kurdan zirar didît. Ereban jî zirar didît, gelên din jî zirar didîtin. Bêhilm mabûn.

Rêber Apo ji bo ku ev bi têkoşîna xwe ev statû parçe kir ne tenê Kurd rabûn û hilm standin, gelên Rojhilata Navîn jî hilm standin. Gelên Rojhilata Navîn ên ku ev dîtin hêviya xwe zêdetir bi Rêber Apo û PKK'ê ve girêdan. Helbet hêzên pergala modernîteya kapîtalîst û yên ku bi wan re tevdigerin ev ji bo xwe taloke dîtin.. Ji bo vê jî di şexsê Rêber Apo de li dijî PKK'ê û Tevgera Azadiya Kurd komploya navdewletî kirin. Bi komployê xwestin ku geşbûna tevgerê kêm bikin. Lê li dijî vê Rêber Apo û PKK têkoiyan. Ji bo vê jî gel zêdetir li Rêber Apo û PKK'ê û li xwe xwedî derketin.''

'HDP SERKEFTINEKE MEZIN BI DEST XIST'

Bayik got hilbijartina 24'ê Hezîranê li ser dagirkirina Efrînê pêk anîn û armanc jî jê ew bû ku muxaleftê bêkêr bikin, nexasim jî li Kurdistanê  û li tevahiya Tirkiyê jî armanc ew bû bloka demokrasî û azadiyê ya ku HDP'ê temsîla wê dikir, bêkêr bike.

Bayik bi domdarî got armanc ji dagirkirina EFrînê ew bû ku li Tirkiyê rejîma faşîst, qirker, mêtinger tam were rûniştinan, desthilata faşîst a AKP-MHP'ê tim bi rageşişyan xwe li ser piyan dihêle û ji bo vê jî 24'ê Hezîranê ji bo wan pêvajoyee girîng bû, ji ber ku li gel her cure zext û zordarî dema ku dîtin encama ku dixwestin bi dest ve nenaîn, dîtin ku ew ê têk biçin û ji bo vê jî hewceyî bi şerekî dîtin û êrîş birin ser Efrînê.

'AKP BI DESTEKA DYE, ELMANYA Û INGILTERE ÇÛ HILBIJARTINÊ'

Bayik bi domdarî got, ''Dixwestin her kesî teslîm bigirin, desthilata xwe bi vî awayî geş bikin, faşîzmê tam bidin rûniştandin. Lê li gel ku di hilbijartina 24'ê Hezîranê de hemû derfetên hundir û derve bi kar anîn û li gel desteka DYE, Elan, Ingiltere jî nikarin ku HDP'ê di bin bendê de bihêlin.

HDP serkeftineke mezin bi dest xist. Ev li Tirkiyê serkeftina hemû hêzên azadî û demokrasiyê ya li dijî faşîzmê bû. Ev di siyasetê de serkeftineke mezin bû. Vê kir ku faşîzm bi temamî sazûmaniya xwe ava neke. Ji bo vê jî piştre bêhtir bi ser HDP'ê de çûn hê jî wiha dikin.''

'DAHATUYA PARTIYÊN BAŞÛR Û SERKEFTINA WAN BI YEKÎTIYA NETEWÎ YE'

Bayik li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û li dijî vê dagirkeriyê li ser helwesta PDK'ê û YNK'ê got, ''Divê mirov rewşa Başûrê Kurdistanê baş fêhm bike. Kerkûk piştî ku ji deste Başûrê Kurdistanê derket, pştî ku Başûrê Kurdistanê nîvî nîvî ji dest çû û piştre li nav Kurdan rewşeke neçê çêbû. Ji ber ku van hêzan ti caran gelê Kurd ji xwe re esas nedîtin. Tim pişta xwe dane hêzên derve û bi wan bawer kirin.''

'KURD DIVÊ YEKÎTIYA XWE YA NETEWÎ AVA BIKIN'

Bayik got, biryara  DYE'yê ya li ser PKK'ê, biryara vekişîna ji Sûriyê û pê ve têkildar piştî ku Tirkiyê bi rengekî vekirî got ew ê Sûriyê, Rojava dagir bike, Kurdan siyaseta Emerîka, bi taybetî jî siyaseta li ser Kurdan baştir fêhm kriiye û got, ''Divê Kurd vê baş fêhm bikin. Heke li ser navê xwe wê têkoşînekê bikin divê xwe nespêrin vê hêzê. Berevajî, divê pişta xwe bidin hêza xwe. Ez dibêjim ev hişmendî li nav civaka Kurd, li hemû parçeyan çêdibe û ev ji bo Kurdan serkeftin e.''

Bayik bi domdarî got, ''Kurd heke wê têkoşîna azadî û demokrasiyê bidomînin divê pişta xwe bidin xwe. Divê yekîtiya xwe ya netewî ava bikin. Lê em li hêzên li nav hikûmeta Başûr dinerin, li PDK û YNK'ê dinerin em nabînin ku encameke wiha derxistine.

Hê jî şêwaza siyasetê berê dikin. Bi ser de, an demên dawî, PDK, YNK sedema tevgera dagirkirina Tirkiyê ya li ser Efrînê û Bakurê Sûriyê bi PKK'ê ve girêdidin. Xwedêgiravî PKK ji siyasetê fêhm nake, ji bo vê jî dagir dikin û êrîşê tînin. Dibêjin, ew jî baş ji siyaestê fêhm dikin. Bi vî rengî hewl didin ku civakê bixapînin. Bi vî rengî difikirin ku pênebaweriya civakê ya li ser wan, ji holê rakin.''

'LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK DERNEKETIN'

Bayik bi domdarî got, ''Mînak heta niha li dijî ti dagirkeriya Tirkiyê helwesteke cidî nîşan nedane. Kesî jî ev nedît. Ne di mijara Efrînê de, ne niha li ser Bakurê Sûriyê, ne li ser Rojava, ne li ser mijara Lêlikanê û ne li ser mijara êrîşên Şengal û Mexmûjrê ti helwest nîşan neda. Kurd vê dibînnin. Ev hemû dagirkeriya TC'ê di berjewendiya Kurdan de ye? Tiştekî bi dest Kurdan ve tînin? Jixwe bi rengekî vekirî diyar dikinn ku ew dijminê Kurdan in. Tenê dijminatiyê li PKK'ê û Kurdên Bakurê Kurdistanê nakin.''

Bayik domand, ''Lê Kurd dixwazin fersendên dîrokî werin bikaranîn. Dixwazin yekîtiya wan a netewî pêk were. Dibêjin, heke yekîtiya netewî çênebe Kurd wê têk biçin.''

Bayik diyar kir partiyên siyasî yên Başûr, nexasim ên li rêveeriyê ji ber berjewendiyên xwe yên berteng girîngiyê nadin yekîtiya netewî û got, ''Her tiştî ji bo berjewendiya xwe dikin qurban. Lê dahatu, serkeftin û berjewendiya van partiyan bi yekîtiya netewî ye. Bêyî yekîtiya netewî wê çi berjewendiyê bi dest bixin?''