Bayik: Eşîr nabin alîgirê netewe-dewletê
"Gotinên li ser navê eşîran ên heya dawiyê wê bi netewe-dewlet a Tirk re girêdayî bimînin bi tevahî derew in. Eşîrên Kurd nabe ku li cem ti dewletên dixwazin Kurdan di tevkujiyê re derbas bikin cih bigirin."
"Gotinên li ser navê eşîran ên heya dawiyê wê bi netewe-dewlet a Tirk re girêdayî bimînin bi tevahî derew in. Eşîrên Kurd nabe ku li cem ti dewletên dixwazin Kurdan di tevkujiyê re derbas bikin cih bigirin."
Zelal bûye ku desthilatdariya AKP'ê wê polîtîkayên tevkujiyê yên klasîk mîna berê bidomîne. Tenê vê yekê bi maskeya di bin navê misilmantî, neteweperesti-oldarî de pêk tîne. Bêguman ji ber guhertinên di sedsala dawî de li cîhanê, li herêmê, Tirkiyeyê û di nava Kurdan de pêkhatine, aliyên nû yên psîkolojîk jî li vê polîtîkaya tevkujiyê zêde dike. Wekî ku bikaranîna TRT 6'ê ya wek perdeya li pêşiya vê tevkujiyê.
Bila ti kesê Kurd xwe nexapîne; gotinên AKP'î û rêveberê şerê taybet ên dibêjin em ne li dij Kurdan in, em li dij PKK'ê ne bi tevahî derew û demagojî ye. Tenê ji bo xapandina hin Kurdan van tiştan dibêjin.
Li aliyê din ji ber ku li dij Tevgera Azadiyê şer dimeşînin ji bo Kurdan parçe bikin û hin Kurdan bikişînin aliyê xwe serî li vê derewa psîkolojîk didin. Dema PKK'ê têk bibin wê êdî dor werê Kurdên ku niha li kêleka wan xuya dikin. Her Kurd ê ne ehmeq be vê yekê dibîne.
Di demên dawî de ji ber ku li pêşberî Tevgera Azadiya Kurd gelekî tengav bûne, her wiha ji ber ku dixwazin di polîtîkaya tevkujiyê ya li dij Kurdan dimeşînin de encamê bigirin hin Kurdan dikişînin aliyê xwe. Zextê li cerdevanan dikin ku çalaktir beşdarî şer bibin. Di demên dawiyê de di navbera cerdevanan û gerîlayan de di pratîkê de rewşeke bêçalakîtiyê hebû; gerîla mudaxeleyî cerdevanên ne di pozîsyona êrîşê de bû nedikir. Desthilatdariya AKP'ê careke din zextê dike ku cerdevanan bajo ser gerîla. Bi vê yekê re jî dixwaze polîtîkaya xwe ya Kurdan li dij Kurdan bide şerkirin, bixe pratîkê. Her wiha dixwaze hin êşîran Kurd û Tevgera Azadiya Kurd bênê dijberî hev. Daxuyaniya beriya demekê ya li ser navê hin eşîretan hate kirin ji aliyê MÎT'ê ve hate organîze kirin. Desthilatdariya AKP'ê hesabê ka dikare hin eşîran bi van daxuyaniyan re li dij PKK'ê bikar bîne dike. Karê wan parçekirina Kurdan e. Çawa li Başûrê Kurdistanê dixwaze PDK'ê li dij PKK'ê bide şerkirin, heman tiştî dixwaze li Bakur jî bike.
Ya zelal ew e ku Tevgera Azadiya Kurd nayê van lîstikan. Eşîr formên civakî ne ku di nava dîroka gelê Kurd de afirîne. Bi vê forma xwe ya civakî nirxên Kurdî parastine û di hebûna etnîkî û netewî ya Kurdan de roleke erênî lîstine. Cara yekemîn ev kerakterê wan ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve ji her alî ve hate analîz kirin. Hin derdor van gotinên Rêberê Gelê Kurd didizin, li gora xwe şîrove dikin û mîna ku tiştekî nû dibêjin dixwazin civakê bixapînin. Mîna belavoka dawî hin derdor jî dixwazin van eşîran li dij PKK'ê bikar bînin. Ev karê hêzên dixwazin Kurdan parçe bikin e. Tu kes nikare Tevgera Azadiya Kurd bixe nava şerekî wisa, her wiha ne jî dikarin bikin amûra provokasyonên xwe. Cihê eşîrên Kurd jî kêleka Tevgera Azadiya Kurd e. Li aliyê din Tevgera Azadiya Kurd di modela rêxistina konfederal a demokratîk de cih dide taybetmendiya eşîran. Di paradîgmaya Tevgera Azadiya Kurd de derve hiştina cudahiyan tine ye. Modelên rêveberiyê yên netew-dewlet û navendîparêz li ser tinekirina her cure renk û cudakariyê saz bûne. Ji ber vê yekê ne mimkun e karibin cudakariyeke civakî li dij Tevgera Azadiya Kurd bikar bînin.
Çavkaniya berxwedana Tevgera Azadiya Kurd Botan e. Gerîla li Botanê gihişt û li tevahiya Kurdistanê belav bû. Botan qada ku eşîrên Kurd lê herî bihêz in. Ji ber zexta dewletê hin eşîrên Kurd cerdevaniyê bikin jî, piraniya wan li dij van polîtîkayên dewletê derketin, li aliyê Tevgera Azadiyê cih girtin. Ji ber vê yekê jî hewldana anîna dijberî hev a eşîran û Tevgera Azadiya Kurd vala ye. Di vê navberê de piraniya eşîrên hin kes qaşo li ser navê wan axifîn nêzî Tevgera Azadiyê ne.
Gotinên li ser navê eşîran ên heya dawiyê wê bi netew-dewlet a Tirk re girêdayî bimînin bi tevahî derew in. Eşîrê Kurd nabe ku li cem tu dewletên dixwazin Kurdan di tevkujiyê re derbas bikin cih bigirin. Ji ber zexta dewletê car caran hin ji wan mîna ku alîgirê dewletê ne xwe dane xuya kirin, lê belê piştî demekê ew û dewlet hatine dijberî hev û bûne hedefa zilma dewletê. Dîroka Osmaniyan vê yekê piştrast dike. Osmaniyan, dema eşîrek bihêz dibû ji bo wê lewaz bike yên din li dij bikar dianîn. Piştî vê yekê eşîrên din ên têkilî bi wan re didanî li dij yên alîgiriya wê dikirin re didane şerkirin. Ji ber ku ditirsiya ku kîjan eşîr bihêz bike dikare pêşengiya yê din bike û li dij dewletê serî hildin. Dîroka Osmaniyan a şerkirina li dij hev a eşîran û guhertina eşîrên piştrast e. Niha jî mîna eşîra herî mezin Tevgera Azadiyê dibîne û eşîrên din li dij Tevgera Azadiyê sor dike. Pêwist e belavok a beriya hefteyekê hate belavkirin di vê çerçoveyê de were dîtin.
Têkildarî civakbûna Kurd çi hebe dewleta Tirk a tevkujer dijminê wê ye. Desthilatdariya AKP'ê dixwaze modernîteya kapîtalîst li her derê Kurdistanê serdest bike bi vê yekê re civakîbûna Kurd ji holê rake, li dewsa wê takekespareziyê bi pêş bixe. Ji ber vê yekê eşîrên ku heta astekê civakîbûna Kurd diparêzin di hedefa desthilatdariya AKP'ê de ne. Divê em binê vê yekê xêz bikin ku yên dijminatiya herî mezin a Kurd dikin, yên modernîteya kapîtalîst û kapîtalîzmê li Kurdistanê bicîh dikin. Yên li ser vê bingehê dixwazin civakîbûna Kurd belav bikin. Kurd di tevahiya dîrokê de bi hêza civakîbûna xwe hebûna xwe parastine. Tevgera Azadiyê di serî de tevgera parastin û pêşxistina civakîbûna Kurd e. Têkoşina sazkirina jiyaneke rêxistinkirî û demokratîk a girêdayî sîstema konfederalîzma demokratîk, yanî jiyana sosyalîst a demokratîk diafirîne. Her wiha têkoşîna parastin û pêşxistina civakîbûna Kurd û vergerandina wê ya sîstemeke xwerêveberiyê dide. Berfirehiya KCK'ê, kombûna civakan e. Di vê sîstemê de her civakîbûn bi nirx e.
Ji bo Tevgera Azadiya Kurd parastina her reng û cudakariyê bi nirx e. Rengê Botanê cuda ye, Mêrdîn cuda, Serhat cuda, Amed û derdora wê cuda ye. Xerzan cuda, Çewlîk cuda, Dêrsim cuda, Başûr-rojava (Dîlok- Mereş, Meletî, Sêwaz, Erzîngan û Semsûr) cuda ye.
Dewlemendiya Kurdan ev cudakarî ne û parastina wan e. Modernîteya kapîtalîst û kapîtalîzm dixwaze hemû cudabûnan ji holê rake û yek şêwazî biafirîne. Ji ber vê yekê dijberiya kapîtalîzmê tê wateya parastina hemû cudahiyan. Kî bexwaze cudabûna xwe bipareze divê dij kapîtalîst û dij netew-dewletê be.
Ji ber vê yekê cihê tu eşîrêta Kurd nabe ku li cem dewleta Tirk a netew-dewlet a modernîst a kapîtalîst û desthilatdariya AKP'ê ya bi maskeya islamî nûnertiya modernîteya kapîtalîst dike cih bigirin.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA