Bayik: Erdogan û Qatar şirîkên hev ên gunehan e

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, ji ber ku 'şirîkên hev ên gunehan' e, Serokkomarê Tirk Erdogan piştgiriyê dide Qatarê.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, Qatar bi rêya çavkaniyên xwe yên madî hem Ereb parçe kiriye, hem jî bi biçekkirina çeteyan xizmet ji rûdana terorê kiriye. Bayik destnîşan kir, Qatarê ev yek herî zêde bi rêya Erdogan kiriye. Bayik got, ji ber ku 'şirîkên hev ên gunehan' e, Serokkomarê Tirk Erdogan piştgiriyê dide Qatarê.

Bayik diyar kir, Kurd êdî li Rojhilata Navîn hêza şer û aştiyê ye û destnîşan kir, çareserî jî wê piştî rizgarkirina Reqayê bikeve rojevê. Hevserokê Konseya Rêveber ragihand, Reqa wê xala diyarker be û got, pêkhatina sîstemeke demokratîk li Sûriyeyê wê were wateya hilweşîna faşîzma Erdogan-Bahçelî.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bû mêvanê bernameya "Ulkeden" a News Channelê û rojev nirxand.

Bayik bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk ên girtin, operasyonên dagirkirinê, koçberkirin, hilweşandin û guhertina demografiyê û got, qanûnên navneteweyî hatine binpêkirin. Bayik diyar kir, Tirkiye ne xerîbê dagirkirin, talan, komkujî, sirgûn û girtinê ye û Qirkirina Ermeniyan, komkujiyên Rûm, Asûrî û Suryaniyan ên berî û piştî Şerê 1. ê Cîhanê hatin kirin, bibîr xist. Bayik got, piştî van qirkirin û komkujiyan, dest bi komkujiya Kurdan hatiye kirin.

Cemîl Bayik anî ziman, desthilatdariya heyî ya Bahçelî-Erdogan, ne tenê qirkirinê dike, di heman demê de hewl dide vê ykeê bike malê bingeha civakî û ragihand, hewl didin civaka Tirkiyeyê jî bikin şirîkê vê qirkirinê.

DIVÊ AMED JI BO SÛRÊ RABE SER PIYAN

Bayik işaret bi destwerdana li demografiya Kurdistanê kir û da zanîn, bi rengekî rêk û pêk hewl tê dayin Kurd ji ser axa xwe bên derxistin û derfetên wan ên jiyanê ji holê werin rakirin. Bayik hilweşandina xaniyên li Sûrê bibîr xist û got, "Dixwazin wê derê bikin taxeke qirkirinê ya mînak. Ji ber ku Sûr tê wateya Amedê. Amed jî tê wateya Kurdistanê. Ji ber vê yekê qirkirin li Sûrê hate destpêkirin. Eger karibin Sûrê ji holê rakin, wê Amed veguhere cihekî ku jiyan lê nabe. Lewma wê jiyan li Kurdistanê bê herimandin. Ji ber ku bi vê zanin, girandiyê didin ser Sûrê. Pêwîste xwedî li Sûrê were derketin. Divê gelê Amedê ji bo Sûrê rabe ser piyan. Lazim e nîşanî qirkerên Tirk were dayin, ku nikarin bi vî rengî bi ser Sûrê ve biçin.

HEBÛNA WAN BI QIRKIRINA KURDAN VE GIRÊDAYÎ YE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, hemû hewldanên piştî referandûmê yên hevalbendiya Erdogan-Bahçelî mayinde û bi sazî kirina faşîzmê ye, eger nikaribin vê bikin, wê nemînin. Bayik got, ev tifaq ji bo bi ser bikeve, hemû polîtîkayên xwe bi qirkirina Kurdan ve girê daye. Hevserok Bayik destnîşan kir, ku vê polîtîkayê li hundir û derve zêde encam bi xwe re neaniye.

Bayik anî ziman, di rewşa heyî de bilêvkirina gotina 'wê pêvajoyeke çareseriyê dest pê bike' xeflet e û got, "Di van şert û mercan de guhdarîkirina li gotinên bi vî rengî wê bi kêrî AKP, MHP, Erdogan, Bahçelî û Huda Par were."

LI SÛRIYEYÊ QIRKIRINA ETNÎKÎ TÊ KIRIN

Cemîl Bayik bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyeyê û êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî Kurdan û ragihand, bi taybetî êrîşên li herêma Şehbayê yekser ji aliyê hêzên Tirk ve tên meşandin. Bayik got, "Bi rêya qirkirina etnîkî dixwazin Kurdan ji wir bavêjin" û diyar kir, Tirkiye xwe dispêre têkiliyên taktîkî yên bi Rûsya, Sûriye û Îranê û bi vî awayî hewl dide li wir bi cih bibe.

ÇARESERÎ PIŞTÎ REQAYÊ YE

Bayik destnîşan kir, tevî van hemûyan jî li Rojhilata Navîn hêza şer û aştiyê Kurd in û got, çareserî ne li hevdîtinên Cenevre û Astanayê, wê piştî rizgarkirina Reqayê bikeve rojevê. Bayik anî ziman, Reqa xaleke diyarker e û got, "Tirkiye tevlî Reqayê nehate kirin û bi vî rengî li derveyî polîtîkayên Rojhilat Navîn hate hiştin. Piştî Reqayê, têkoşîna li dijî DAIŞ'ê wê derbasî qonaxeke nû bibe. Pêkhatina sîstemeke demokratîk li Sûriyeyê wê were wateya hilweşîna faşîzma Erdogan-Bahçelî."

YÊ KU BIYANÎ ANÎ ŞENGALÊ, PDK YE

Bayik diyar kir, hêzên li Iraq û Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê şer dikin rewa ne; têkoşîna milîsên Heşdî Şebî ya bi navê Iraqê li dijî DAIŞ'ê dike rewa ye û got, îdîayên ku dibêjin 'PKK'ê Heşdî Şebî anî' derew in. Bayik bibîr xist, yê ku hêzên din anî Şengalê PDK bi xwe ye û bal kişand ser hin komên hatine anîn û hevkariya bi Tirkiyeyê re hatiye kirin.

REFERANDÛMA SERXWEBÛNÊ MAF E

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, mijara referandûma serxwebûnê jî nirxand, ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK'ê ve hatiye rojevê û diyar kir, referandûm encameke rewşa tengav a li hundir û derve ye. Bayik got, referandûm mafekî demokratîk e,divê ti kes li dijî vê dernekeve. Bayik bibîr xist, referandûm bi destekeke berfireh nehatiye kirin û anî ziman, pêkanîna referandûmê di nava giloka pirsgirêkên civakî de, wê serketinê bi xwe re nîne.

ERDOGAN TETÎKKÊŞÊ QATARÊ YE

Bayik, di bernameyê de her wiha bersiva pirsên li ser krîza Qatarê. Bayik diyar kir, Qatar bi rêya çavkaniyên xwe yên madî hem Ereb parçe kiriye, hem jî bi biçekkirina DAIŞ, El Nûsra û Birayên Misilman re xizmet ji rûdana terorê kiriye. Bayik destnîşan kir, Qatarê ev yek herî zêde bi rêya Erdogan kiriye. Bayik ragihand, armanca Erdogan jî ew e ku bi rêya heman hêzan hegemonya xwe li Rojhilata Navîn ava bike û destnîşan kir, Qatar û Erdogan di vê armancê de gihîştine hev. Bayik got, ji ber ku 'şirîkên hev ên gunehan' e, Serokkomarê Tirk Erdogan piştgiriyê dide Qatarê.