Baydemîr: Em ê faşîzmê di gora dayika Hatûn a mayî vala de binax bikin

Gelê Wanê ji bo mîtînga Wijdan û Edaletê ya ji aliyê HDP’ê ve hate lidarxistin, li Qada Aştiyê ya Mûsa Enter li dijî faşîzmê qîr kirin.

Berdevkê HDP’ê Baydemîr ê li vir axivî, anî ziman ku wê di gora Dayika Hatûn a mayî vala de faşîzmê binax bikin.

Mîtîna Wijdan, Edalet û Aştiyê piştî ku li Amed û Stenbolê îro li Wanê hate lidarxistin. Mîtînga aştiyê ya ku rastî 25’emîn salvegera qetilkirina Mûsa Tenter hat, bi deh hezaran kes herikîn Qada Aştiyê ya Mûsa Enter. Gelê Wanê yên ku bi cil û bergên herêmî û Kurdewarî û di destê wan de pankartên aştiyê hatin qada mîtîngê, banga Wijdan û Edaletê kirin.

Li qada mîtîngê pankarta “Panzehîra Faşîzmê Cesaret e. Cesaretê Li Hev Kom Bikin, Hêviyê Bilind Bikin” hate daliqandin. Li qadê tim dirûşmên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dihatin qîrkirin.

Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, Berdevka Jinan Besîme Konca, Parlemeterên HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, Adem Gever, Bedîa Ozgokçe Ertan, Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Wanê Gulîstan Orhan, Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên bajar û navçeyan, Dayikên Aştiyê, Rêxistinên Girseyî yên Demokratîk, Nûnerên ESP’ê ya Wanê, Hevşaredar, Endamên Meclîsa Şaredariyê, Endamên PM’ê yên HDP’ê û DBP’ê, hemû sazî û hevpar beşdarî mîtîngê bûn.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo ‘Şehîdên Azadiyê’ ve destpê kir.

Piştre Dayikên Aştiyê axivîn û banga Wijdan û Edaletê kirin.

Peyama Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ku wekîltiya wê hatibû daxistin û niha li girtîgehê ye ji aliyê Parlemtera HDP’ê ya Wanê Beîda Ozgokçe Ertan ve hate xwendin. Di peyama Yuksekdag de ev tişt hate gotin: “Gelê Wanê, hevrêyên min ên jin, hogirno, bi hestên xwe yên berxwedêr û hesret we silav dikim. Di wê baweriyê de me ku wê mîtînga we biryardariya berxwedêr a demokratîk a gelê Wanê wê pêşiya gelekî mezin û tevgerekî mezin veke. Widan û Edaleta ku li bin lingan hatiye xistin li hemberî vê siyaseta rizî, hêza we ya berxwedêr, li ser milê me mezin dibe û wê hê mezintir bibe. Wijdan û Edaleta ku li erdê hatiye xistin em ê rakin. Em ê mirovatiyê nîşanî wan bikin. Zordarî çiqas mezin be wê asta berxwedana me jî ewqasî mezin bibe. Li hemberî dîrok û mirovatiyê wê erka me neyê rawestandin, wê siyaseta har a faşîst, şer û zilmê bide rawestandin.Yên ku serî natewînin, serkeftinê jî dizanin. Ji dil û can we tevan himêz dikim.”

Di mîtîngê de ewilê Hevseroka HDP’ê ya Wanê Gulîstan Orhan gel silav kir, diyar kir ku gelê Wanê yê ku heta roja îro têkoşîn kir wê ji niha û şûnde jî xwedî li têkoşîn, nirx, rûmet û şehîdên xwe derbikevin.

KONCA: BERXWEDANA GIRIYÊN SIYASÎ HÊZ DIDE ME

Berdevak Jinan a HDP’ê Besîme Konca jî axivî û wiha got: “Em serî natewînin. Wê tu kes nikare vîna gelê Kurd bişkîne. Îro li pêşiya we tevan Birêz Fîgen Yuksekdag, Tûgba Hezer, Bakir Kaya, Diba Keskî û hemû hevalên xwe silav dikin. Îro bi hezaran Kurd li zindanan dîl tên girtin. Di kesayeta Birêz Ocalan de tecrîda herî giran a dîrokê tê pêkanîn, vîna gel tine tê hesibandin. Lê tevî van hemû kiryaran jî gelê Kurd têkoşîna xwe didomîne, gelê Kurd li ber xwe dide. Di serî de Birêz Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Birêz Sabahat Tûncel, Gulten Kişank û hemû girtiyan silav dikin. Berxwedêriya ku li zindanê didin hêz û moral dide me.”

‘ME SOZ DAYE DAYIKA TEYBET Û HATÛN’

Konca qetilkirina Mûsa Enter şermezar kir û wiha pêde çû: “ Rê nedan ku em cenazeyên dayika Teybet û Hatun veşêrin, ji ber ku kujer dixwazin qetlîama ku kirîn ji dîrokê jêbibin. HDP partiya gel e, partiya jinane û HDP rê nade vê. Me soz daye dayika Teybet û Hatûn, ev têkoşîn wê bidome, faşîzim têk biçe. Eger ku jin li cihekê li ber xwe bide, bi bawer bin ku wê bi ser bixe. Wê qetlîamên AKP’ê ti encaman negire.”

BAYDEMÎR: KEFENÊ LI GELÊ KURD HATIYE KIRIN HATE ÇIRANDIN

Piştre Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr axivî û ji bo xwedîderketina gelê Wanê spasiyên xwe pêşkêş kir û destnîşan kir ku bi coşa gelê Wanê, kefenê ku dixwestina li gelê Kurd bikin hatiye çirandin û wiha nirxand: “Digotin; ‘Gel piştgiriyê nade HDP’ê’ Wan niha li qadê ye. Keda we mezin e, bi vê kedê aştî û azadiyê em ê himêz bikin. Li vir hemû girtiyên zindaniyan silav dikin.

‘FÎRMAYA ZAVAYÎ SÎHA ZENGÎN BÛ’

Baydemîr wiha domand: “Wijdan nirxê herî mezine, civaka ku ji hestên wijdan û edaletê bê par mayî ku êrîşî cenazeyê dayîka Hatûn bike, veguheriye zombiyan. Me çima got wijdan û edalet. Li Ercîşê Hediye Ataman bi saxî hate şewitandin û weke terorîst îlan kirin, cardin Mehmet Temel li Talê hate qetilkirin û terorîst hate îlankirin. Niha faşîzma AKP-MHP’ê ji bilî xwe hemû kesê terorîst îlan dike û mafê nade ku kes jiyan bike. Dibêje yan hûnê serî bitewînin yan jî hûnê biçin girtîgehê. Lê ew çi dikin bila bikin em serê xwe ji wan re na tewînin. Şer qezencê dide hinek kesan. Xwedê beleya xwe li wan bixe. Ew jî ew kes in ku ji şer û kuştinê rant qezenc dikin. Dayika Kurd rondikan dibarîne, şirketa medyayê ji vê zengîn dibe. Fîrmaya zavayî ya Sîha ji vê zengîn dibe. “

DEMÎRTAŞ Û YUKSEKDAG WÊ WERIN VÊ HERÊMÊ

Baydemîr di axaftina xwe de diyar kir ku Selahattîn Demîrtaş û Yuksekdag ku dengê 6 milyonan girtine di girtîgehê de ne û wiha got: “Bi izna xwedê wê ew roj were, em ê Yuksekdag û Demîrtaş bînin vê herêmê. Dibêjin ‘em ê derxînin pêşberî darazê’. Lê hûnê derxînin pêşberî kîjan darazê. 5 hezar dozger û dadger hatin girtin. Girtiyên siyasî bi îddanameyên ku van dozgeran amadekirî tê darizandin. Kûmpasa ku li dijî wan, dema ku dibe HDP ev rewş dibe daraza serbixwe. Ger ku edalet ev be, bila were serê we û wê were jî. Wê ev roj jî derbas bibin. Dadger ji Bekir Kaya dipirse, ‘Tû li Wanê, te Serokatiya Şaredariya Wanê kiriye’. Ez jî ji we dipirsim Serokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Wanê yê hatî hilbijartin kiye. Ji vir ji bo Bekir Kaya, ji Bekir Kaya re hezara caran silav be.”

JI DAIŞ’Ê RE TEHLIYE JI BO BÎLGEN GIRTIN

Baydemîr banga wijdanê li Kurdên di nava AKP’ê de kir û got ‘ji wir derkevin’ û wiha pêde çû: “Destpêkê Birêz Ayhan Bîlgen berdan û piştre carek din biryara girtinê derxistin. Ez bang li Wezîrê Edaletê dikim. Dadgeha Amedê û dadgeha Engerê ne heman dadgehên welate yan ne. Dozgeriya Engerê ji bo DAIŞ’iyekê ‘kesekê ku tehliye bûyî, bi îtirazê carek din nayê girtin’ lê bi fermana AKP’ê Ayhan Bîlgen carek din girtin. Parêzerên me yê DAIŞ’ê nîşanda lê dîsan sûç kirin. Bê hiquqiyek li Bîlgen tê kirin û li ser wê dosyayê biryara girtinê tê dayîn. Edaletekî wiha nabe, nîzamekî wiha ne mumkîne.”

‘EM Ê FAŞÎZMÊ BÊXİN GORA VALE YA HATÛN TÛGLÛKÊ’

Baydemir herî dawî wiha got; “Em qet serî na tewînin, em ê faşîzmê bidin sekinandin. Heta ku em faşîzmê nêxin gora vale ya Hatûn Tûglûkê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Mîtînga Wijdan û Edaletê bi konsera Hunermend Ferhat Tûnç bi dawî bû.