Baydemîr: Divê nêrîna gel bê girtin û proje pêk were
Baydemîr: Divê nêrîna gel bê girtin û proje pêk were
Baydemîr: Divê nêrîna gel bê girtin û proje pêk were
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr tevli bernameya Nêrîn a Nûçe Tv bû û bûyerên Taksîmê nirxand. Baydemîr got wan jib o çandina daran a li ereziya xazîneya Amedê dane lê serokwezîr ev red kiriye û got li Tirkiyeyê hêj rayeyên Padîşahiyê yê 200-300 sal berê hene.
Baydemîr got piştî qedexeya wî ya Ewropayê rabûye cara yekemîn hatiye Ewropa û got: “Ev du roje ez li virim. Hêviya min eve gel vegere welatê xwe. Hêviya min eve qedexe rabin.
Baydemîr geşedanên Parqa Gezî jî nirxand û da zanîn ku dema şaredar projeyên xwe pêk tînin divê destpêkê nêrînên gel û saziyên sivîl bigirin û wisa pêk bînin û got: “Ger nêrîna gel destpêkê bihata girtin dê wisa nebûye. Jiber ku nêrîna gel nehat girtin ev pêk hatin. Ev 9 sale ez şaredarim. Min di her tiştî de nêrîna gel girt. Ger tiştên li Stenbolê pêk hat li Amedê pêk bihtaa dê bi diyalogê bihata çareserkirin. Em projeyên xwe ji sedî 75 bi gel re parve bikin û piştre pêk tînin.
Baydemîr got Parqa Gezî ne tenê pirsgirêka şaredariya mezin a Stenbolê ya Tirkiyeyê ye. Baydemîr der barê pêvajoya çareseriyê de jî axivî û got kurd statu, nasname û çanda xwe dixwazin. Baydemîr got kurd ji vê saetê şûnde ranazên û li gorî berê dê zêdetir bixebitin.