Baydemîr: Divê daraz li ber AKP’ê xwe xûz neke
Berdevkê HDP’ê Baydemîr got hê jî hevserok û wekîlên wan rehîn in û bang li DM’yê kir ku ‘li ber otorîteyê xwe xûz neke’’.
Berdevkê HDP’ê Baydemîr got hê jî hevserok û wekîlên wan rehîn in û bang li DM’yê kir ku ‘li ber otorîteyê xwe xûz neke’’.
Komek rêveberên HDP’ê ji bo bi Serokê Dadgaha Makeqanûnê Zuhtu Aslan re hev bibînin, çûn DM’yê. Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr bal kişand ser Nobeta Edalet û Wijdanê û wiha got: “Me bi milyonan deng kom kirin Û em hatin.”
Heyeta ji Berdevkê Partiyê Osman Baydemîr, Wekîlê Serokê Komê Ahmet Yildirim, Berdevka Meclisa Jinan Dîlan Dîrayet Taşdemîr û parlementer Meral Daniş Beştaş, Garo Paylan û Ertugrul Kurkçu pêk hat bi daxwaza hevdîtinê çû Dadgeha Makeqanûnê.
‘SEDEMA KOMBÛYÎNA ME DAXWAZA EDALETÊ YE’
Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr li ber avahiya Dadgeha Makeqanûnê daxuyanî da û diyar kir ku welat ji edaletê bê par hatiye hiştin û wiha axivî: “Qanûn ne li gel mezlûman e. 28 roj in bi berzkirina wijdan û edaletê, li çar aliyên Tirkiriyeyê ji Wanê, Stenbol, Îzmîr û Amedê me bi milyonan deng kom kirin û em hatin. Îro welat şahidiya sersala vekirina dadgehê dike. Divê îro qêrîna edaletê bigiheje asta herî bilind. Sedema kombûyîna me ya li vir, daxwaza edaletê ye.”
‘EDALETA DERENG MAYÎ NE EDALET E’
Baydemîr bal kişand ser rewşa parlamenter û hevserokên HDP’ê yên girtî û wiha got: “Vîna 6 milyon û nîv mirov hatiye desteserkirin. Hevserok û 10 parlementerên me 306 roj in bi awayekî bêqanûnî bi fermana desthilatdariyê rehîn hatine girtin. Hîna Hevserokê me yê giştî Selahattîn Demîrtaş nehatiye darizandin. Edaleta dereng mayî ne edalet e. Sedema derengxistina edaletê, dadgeha bilind e.”
ARMANC EDALET E
Baydemîr anî ziman ku ji bo daxwaza mafekê ew li vir in û wiha domand: “Ji bo bê edaletiyê û bê wijdaniyê em dibêjin ‘Êdî bes e.’ Ev 2 sal in wijdan û edalet kirine betlanê. Heya ku edalet ji bo 11 parlementeran bê cih û rojnamegerên girtî azad bibin wê ev hewldana me bidome. Armanca me ew e ku edalet bê cih. Ji bo edalet cihê xwe bibîne hemû kes têdikoşe. Ji ber ku edalet havên e.”
Piştî axaftina Baydemîr heyeta HDP’ê, ji bo bi Serokê Dadgaha Makeqanûnê Zuhtu Aslan re hevdîtinê pêk bîne çûn DM’e yê.