Baydemîr çû serdanaTalabanî

Baydemîr çû serdanaTalabanî

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, li Silêmanî çû serdana Hêro Xana Hevjîna Serokomarê Iraqê Celal Talabanî û hêvîxwaziya xweşî û silametiya Talabanî kir.

Baydemîr û şandeya pê re, li vir ji aliyê hevjîna Talabanî Hêro Xan ve hatin pêşwazîkirin û hevdîtina wan du saetan dom kir. Hêro xanê ji bo nûnerên hemû dam û dezgehên çapemeniyê û nivîskar û şandeya Baydemîr şîvek da. Baydemîr di civîna şîvê de hêvîxwaziya silametiya bo Mam Celal anî ziman û rojnamevan û nivîskarên Silêmaniyê ji bo hevdîtina bi nivîskar û rojnamevanên Amedê re gazî vî bajarî kirin. Hêro Talabanî ji wan re da zanîn ku ewê serdan û dilxweşîya wan ji hevjînê xwe yê ku li bajarê Berlîna Almanyayê tedawî dibe re ragihîne.

Baydemîr, Hêro xan vexwend Amedê. Hêro Xanê got ewê bi dilxweşî bête Amedê. Hêro Talabanî dilxweşiya xwe bi pêvajoya hewldanên aştiyê yên li Tirkiyeyê ên bo pirsa Kurd derbirî û got, “Ji bo çareserkirina pirsa kurd çi barê dikeve ser milê me em ê xwe bidin berê.”

Baydemîr di hevdîtinê de pirtûk û CD'yên Aram Tîgran û Ayşe Şanê ku ji weşanên Şaredariya Bajarê Mezin derketine ligel portreyeke jina kurd a Atolyeya Sî û Ronahiyê çêkiriye diyarî Hêro Talabanî kir. Hêro xanê jî pirtûka bi navê “Mam Celal” diyarî Baydemîr kir û got, ew ê pirtûka Ayşe Şanê hergîz bigihîne hevjînê xwe Talabanî. Hêro Xanê hewldanên veguhastina gora Ayşe Şanê ya bo Amedê bi kêfxweşî nirxand û got, ez dixwazim ku xwêya min jî di wê girarê de hebe.