Bavê Parlamenter Gur, Hecer Gur hat definkirin
Bavê Parlamenter Gur, Hecer Gur hat definkirin
Bavê Parlamenter Gur, Hecer Gur hat definkirin
Bavê parlamenterê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur, Hecer Gur ku di encama xwîn rijiya ser mêjiyê wî de jiyana xwe ji dest da, hat definkirin.
Bavê Nazmî Gur, ku duh di saetên êvarê de jiyana xwe ji dest da, bi tevlibûna sedan kesî hate definkirin. Di merasîma ji bo Gur hat kirin de, parlamenterê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Hevserokê BDP’a Wanê Musa Îtah, şaredarê Wanê Bekîr Kaya, endamên BDP’a Wanê û bi sedan kes tevli bûn.
Cenazeyê Gur anîn mizgefta Yenîşehîr ya Taxa Serhadê û li vir piştî wecibeyên olî birin Goristana Garîpler.
Piştî definkirin, girse çû mala şînê ya li taxa Seyît Fehîm Arvasî. Ji bo Gur dê sê rojan sersaxî bê qebûlkirin.