Baskê Enqereyê yê ‘Meşa Azadiyê’ bi rê ket

Baskê Enqereyê yê Meşa Azadiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rê ket.

Meşa Azadiyê ku bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran ya MED'ê (MED TÛHAD-FED), Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ber bi navçeya Gemlîk a Bursayê ve hatibû destpêkirin îro jî berdewam dike.

Meş, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd tê lidarxistin. Baskê meşê yê Enqereyê bi rê ket. Gelek kes li avahiya Rêxistina HEDEP’a Enqereyê hatin gel hev. Polîsan, otobûsên ku dê welatî lê siwar bûbûna girê dan.

Li ser vê yekê welatî bi wesayîtên xwe yên taybet bi rê ketin. Beriya birêketinê jî Palamenterê HEDEP’ê yê Colemêrgê Onur Duşunmez axaftineke kin kir û got ku rastî gelek astengiyan tên lê çi dibe bila be ew ê biçin Gemlîkê.

Duşunmez, wiha got: “Em ji bo agahdarkirina raya giştî li vir in. Weke ku hûn tevek jî dizanin em ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ber bi Gemlîkê ve diçin. Çi dibe bila bibe em ê biçin Gemlîkê. Ji bo ku pêşiya azadiyan vekin, tişta ji destê me tê em ê bikin. Peywirdarên ewlekariyê ku bi hincetên cuda û bi awayekî derhiqûqî hewl didin me bidin sekinandin; hûn çiqas berîqatan deynin jî em ê hem wan berîqatan hem jî tecrîdê ji holê rakin. Em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin. Ji bo dengê xwe bilindtir bikin divê em têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Piştşî daxuyaniyê, girseyê dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” berz kir. Welatî piştre jî bi wesayîtên xwe yên taybet ber bi Gemlîkê ve ketin rê.