Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşa Acar Başaran, di rûniştina Meclîsê de ji bo balê bikişîne ser rewşa li Bakurê Kurdistanê ku sivîl ji aliyê 'tîmên Esedûllah' ve tên qetilkirin, mafê axaftinê wergirt, lê belê gotina 'Kurdistan' a ku Başaran di nava axaftina xwe de bi kar anîn, di raporên Meclîsê de weke 'gotina mirovan diêşîne' hat nivîsandin. Başaran der barê nerazîbûna AKP'iyiyan a li gotina Kurdistanê de got, "Serokwezîr û Serokkomar Erdogan gelek caran gotiye 'Kurdistan'. Ya ku bû sedema nerazîbûnan, aşkerabûna destê qirêj ê AKP'ê tîmên Esedûllah e."
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, ku ji bo darizandina endamên JÎTEM'ê yên di salên 1990'î de rê li ber mirina 17 hezar kesan vekirin, bi nasnameya xwe ya parêzeriyê têkoşîna hiqûqî meşand, daxwaz kir ku rêxistinbûyîna bi navê 'Tîma Esedûllah' a ev 4 meh in li Kurdistanê bi dehan sivîl qetil kiriye, bê aşkerakirin. Başaran li ser mijarê li Meclîsê axivî û got, "Li Kurdistanê, teror li gelê sivîl tê kirin". Lê belê AKP'yî li dijî gotina 'Kurdistanê' derketin û li ser vê yekê gotina 'Kurdistanê' ya ji aliyê Başaran a HDP'yî ve hat bikaranîn, weke 'gotineke mirovan diêşîne' li rapora Meclîsê hat nivîsandin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran der barê mijarê de ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku erdnîgariya bi hezaran salane weke Kurdistan tê naskirin, navê wê Kurdistan e.
SEROKKOMAR JÎ GOT 'KURDISTAN'
Başaran bibîr xist ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî gelek caran ji Kurdistanê re gotiye 'Kurdistan' û axaftina xwe wiha dewam kir: "Mîna ku cara yekê ye gotina Kurdistanê dibihîzin, nerazîbûn nîşan dan. Lê belê Serokwezîrê wan, Serokkomarê wan Erdogan gelek caran gotina 'Kurdistanê' bi kar anî. Em jî li her derê vê erdnîgariya ku navê xwe Kurdistan e bi navê wê Kurdistanê tînin ser ziman. Lê rabûn weke gotina 'mirovan diêşîne' li raporên Meclîsê nivîsandin. Ev yek cihê şermê ye. Bi nêzîkatiya li wê gotina min re careke din xuya kir ku mejiyê AKP'ê çiqasî nîjadperest û faşîst e."
ESEDÛLLAH DEWAMA JÎTEM'Ê YE
Acar Başaran da xuyakirin ku Tîma Esedûllah dewama JÎTEM'ê ye û bibîr xist ku wan beriya niha dabûn xuyakirin ku AKP bi rêxistinbûyînên tarî yên Kurdan qetil dikin re tifaq kiriye.
Acar Başaran got, "Tîma Esedûllah kî ye? Bi biryarên beraetê yên dozên JÎTEM'ê re me hemûyan dîtin ku AKP bi rêxistina tarî ya salen 1990'î JÎTEM'ê re tifaq kiriye. Komkujiyên di salên 1990'î de ji aliyê rêxistina tarî JÎTEM'ê ve hatin kirin, îro di bin navê 'Esedûllah' de tên kirin. Ev 'Tîma Esedûllah' dewama rêxistina tarî ya salên 90'î ye. 'Tîmên Esedûllah' ku weke rêxistinbûyîneke tarî derket holê, JÎTEM e. Di dema pêş de wê êdî nikaribin vê veşêrin û ev ê derkeve holê. Dibe ku 'Tîmên Esedûllah' bi DAIŞ'ê re dixebite. Dibe ku ji endamên perwerdekirî yên DAIŞ'ê pêk tê. Ev ê di dema pêş de derkeve holê. Ya girîng e ne ew e ku Esedûllah kî ye, ya girîng ew e ku ev rêxistinbûyîn polîtîkayên AKP'ê dimeşîne û tîmek AKP'ê ye. Eger mirov Esedûllah weke DAIŞ'ê pênase bikin, hingî wê rûyê AKP'ê spî bê nîşandan. Lewma em ê AKP'ê rûspî nekin. Ji ber ku Tîmên Esedûllah destê tarî yê AKP'ê ye. AKP dibêje ew vê tîma ji bo kuştinê şandiye Kurdistanê nas nake. Lê em baş dizanin ku ev tîma tarî ya bi navê Esedûllah li Kurdistanê komkujiyan dike, destê AKP'ê ye."
'ESEDÛLLAH DESTÊ GEMARÎ YÊ AKP'Ê YE'
Acar Başaran got, "Ji bo lêkolînkirina 'Tîmên Esedûllah' weke HDP'ê me pêşnûmenameyek pêşkêşî Meclîsê krin. Lê belê pêşnûmeya me hat redkirin" û destnîşan kir ku heta rêxistinbûyînên tarî yên mîna Esedûllah ên gelê sivîl li Kurdistanê qetil dike bên deşîfrekirin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Başaran got, "Ji bo nixumandina komkujiyên AKP niha li Kuristanê dike, pêşnûmeyên me tên redkirin. Lê belê, em ê bê rawestan bi ser polîtîkayên komkujiyê yên AKP'ê de bimeşin. Ji bo di bin sîwana Meclîsê de ev yek bê lêkolînkirin, wê xebatên me dewam bikin. Pêşnûmeyên me îro bên redkirin jî wê weke belgeyekê di arşîva meclîsê de bimîne. Eger îro AKP di lêkolînkirina Tîma Esedûllah de dengê 'red' bi kar tîne, divê were zanîn ku di nava vê tîma gemarî de tiliya AKP'ê heye. Heta ku civaka Tirkiyeyê vê heqîqetê bibîne, wê têkoşîna me bidome."