Baroyên Fransayê nerazîbûneke tund nîşanî girtina parêzerên Kurd dan
Binçavkirina û girtina parêzerên Kurd û azadîxwaz, ji aliyê Konfearnsa Baroyên Fransayê û Baroya Parîsê ku 27 hezar parêzeran temsîl dike ve bi tundî hat şermerzarkirin.

Di Konferansa Baroyan a Fransayê de, ku 160 baroyan temsîl dike, daxuyaniyeke çapemeniyê hat weşandin û girtina parêzerên Kurd bi tundî hat şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, li ser parêzeran zexteke giran heye û hat gotin, "Ji ber ku parêzer parastina mûxalîfan dikin, dewleta Tirk hewl dide wan bêdeng bike."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser fikarên ji ber girtina parêzeran û ji bo van endîşeyan jî işaret bi eşkerenekirina bûyera qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat kirin.
Konferansa Baroyan bang li 'dostê Tirkiyeyê' hikûmeta Fransayê kir, ku li dijî polîtîkayên li pêşiya pîşeyê parêzeriyê dibin asteng, derkeve.
Di daxuyaniya Baroya Parîsê de hat gotin, "Nayê qebûlkirin ku parêzerek bi tenê ji ber daxwaza xwe ya parastinê were girtin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo piştgiriya 27 hezar parêzerên li Parîsê were dayîn, wê parêzerek ber bi Stenbolê ve were şandin.
Di operasyona duh de 25 parêzerên endamê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem hatibûn binçavkirin, ji van 8 kes hatibûn girtin.