Baroya Amedê: Hê girtek jî nehatiye amadekirin; li gor me sergumanbar polîs e

Desteya Rêveber a Baroya Amedê; têkîldarî lêpirsîna ku piştî qetilkirina Tahîr Elçî hat destpêkirin daxuyanî da.

Baroya Amedê ragihand ku daxwazên wan ên têkîldarî qetilkirina Elçî ji aliyê meqamên lêpirsînê bi cih nehatiye anîn. Baroyê bal kişand ku girteka bûyerê tineye, got “Ti polîsên ku wek gûmanbar îfadeya wî hatiye girtin, hatiye binçavkirin an jî ji wezîfeyê dûr hatiye xistin tineye” û daxwazên xwe rêz kir. Her wiha, Baroyê wiha got: “Li gor me, têkîldarî êrîşa qetilkirina serokê me, sergûmanbar polîs e.”
Desteya Rêveber a Baroya Amedê têkîldarî lêpirsîna piştî qetilkirina Tahîr Elçî despêkirî jî daxuyanî da.
Baroya Amedê ji bo piştgiriyên piştî cînayetê spasiyên xwe pêşkêş kir, ev gotin: “Di van rojên ku em êşên bûyerê di dilê xwe de bi kûrahî hîs dikin de, di rojên destpêkê de têkîlî bi rêxistinên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî û yên hiqûqê re hatiye danîn, têkîldarî bûyerê piştgirî û tevkarî hatine xwestin. Di vê çarçoveyê de ji aliyê Baroya me, komîsyonek elemanên teknîk jî di nav de hat amadekirin, ev komîsyon ji roja yekemîn di hundirê veşartîbûn û dîsîplînekê de karên xwe meşandin. Hewl dan ku bûyerê bi tevahî aliyên wê bigirin dest, giştî delîlan kom bikin. Li şahidan hat guhdarkirin, qeydên dîmenan ên der barê dema bûyerê de hatine analîzkirin. Di çarçoveya van daneyên hatin bidestxistin de, bi serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya lêpirsînê dimeşîne di gava yekemîn de daxwazên me ji dosyaya lêpirsînê hatiye pêşkêşkirin.”

'GIRTEKA BÛYERÊ NEGIHIŞT ME; LÊKOLÎN NEHATIYE KIRIN'

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji destpêka lêpirsînê ve, tevî hemû israrên me jî dosyaya lêpirsînê ji lêkolînên me re nehatiye vekirin, tevî biryarek veşartîbûnê ya hiqûqî nehatibû girtin jî, li ser lêpirsînê ‘veşartîbûnek fîîlî’ hatibû danîn. Ji belge û girtekên bi qismî gihandine me jî tê fêmkirin ku lêpirsîn bi awayekî bi bandor nayê meşandin.”

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku polîsên li cihê bûyerê wezîfedar, cihê bûyerê terikandine, dozger nehatiye cihê bûyerê, delîl ji her bandorê re vekirî hatine hiştin, ji aliyê Walîtiya Amedê biryara qedexeya kolanan hatiye girtin; ev tevahî bi xwe re gûmana ku wê lêpirsîn bi bandor neyê meşandin dide nîşandan. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
“Piştî bûyerê, ‘Girteka Bûyerê’ ya şêwazê pêkhatina bûyerê nîşan dide, negihiştiye aliyê me, di hevdîtinên bi meqamên lêpirsînê re qeneata me çêbûye ku girtekek wiha tineye. Di dosyaya lêpirsînê de, heta îro ti polîsên wek gumandar îfadeya wî hatiye girtin, yê hatiye binçavkirin an jî ji wezîfeyê hatiye dûrxistin tineye. Polîsên tê dîtin ku dema gule li Serokê Baroya me dikeve li cihê bûyerê ne û bi aliyê Serokê Baroya me de guleyan direşîne, agahiyên têkîldarî şopa destên wan hatine girtin an jî cilên van kesana xistine bin lêkolînek krimînal negihiştiye aliyê me, her wiha bi awayekî devkî jî agahiya ‘nehatiye girtin’ gihiştiye aliyê me.”
Em difikirin ku nûçeyên di çapemeniyê de yên wek ‘di cînayeta Tahîr Elçî de 3 binçavkirin’, bi awayekî qastî ji bo nêrîna lêpirsîn bi awayekî baş dimeşe bide avakirin tê serwîskirin. Ev sê kesên ku hatine binçavkirin, ne têkîldarî cinayeta Serokê me Tahîr Elçî ye, têkîldarî her du polîsên hatine kuştin, kesên hatine binçavkirin in.
Tevî em ketine 7. roja ku Serokê Baroya me ji me hatiye veqetandin jî ji aliyê meqamên lêpirsînê daxwazên me nayên bicih anîn. Em vê bi xemgîni bi raya giştî re parve dikin.”

DAXWAZ

Baroya Amed’ê bang li meqamên lêpirsînê kir, ev daxwaz kirin:
“Nivîs, dîmen, wêne û materyalên ku di nav dosyayê de ne, bila tavilê bigihînin me.
Dîmenên ku ji aliyê raya giştî ve hatiye dîtin û şeklê pêkhatina bûyerê: sergumanberê êrîşa li dijî qetilkirina Serokê baroya me, li gor me polîs e. Bûyerê ku bersûcên wê polîs in û ji aliyê polîsan ve tê lêpirsînkirin, baweriya li hember lêpirsîna serbixwe û bêalî ji holê radike. Li gor wê, lêpirsîn ji derveyî rêxistina polîsan radestkirina ekîbek a bêalî
Di dîmenan de polîsên tê dîtin ku çekan bikar tînin, îfadeya wan bê girtin, ji bo pêşî li girtina reşkirina delîlan, polîsên ku di dîmenan de tên dîtin û gulebaranê dikin bên girtin. 
Dest danîna ser qeydê telsizên polîsan ên dema beriya qetilkirina serokê me Tahîr Elçî, dema kêliyê qetilkirina wî û piştî qetilkirinê.
Dest danîna ser qemerayên du polîsan ku ji aliyê çapemeniyê ve hatiye dîtin û eger hebe qeydên aîdê kemerayên emniyetê, jenderme an jî MİT’ê.
Dema ew wesayita ku tê îddîakirin du kesê endama rêxistinê bar dikir, reyên ku tê re derbas bûne, bila qeydên mobesê û dikanan bê desteserkirin û bila radestî me bê kirin. 
Dest danîna li ser qeydên GPS’ê a wesayita tîcarî, û her wiha dest danîna li ser tevahî qeydên qemerayên li derdora minareya çarling ên li Kolana Yenîkapi.
Em daxwaz dikin ku qayd û dîmenên ji aliyê wesayîta hewayî ya ku cihê bûyerê ji hewayê dişopand bikeve nav dosyayê.”