Baro û rêxistinên civakî yên sivîl bang li CPT’ê kirin: Ji bo Îmraliyê gavê biavêje!

Baro û rêxistinên civakî yên sivîl li dijî tecrîda li Îmraliyê name ji CPT’ê re şandin û gotin: "Divê demildest gav were avêtin."

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdemê (ÇHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Civakî ya Sivîl a di Sîstema Ceza û Înfazê de (CÎSST), Baroya Mûşê, Baroya Wanê, Baroya Êlihê, Baroya Amedê, Baroya Colemêrgê, Baroya Mêrdînê, Baroya Rihayê û Baroya Şirnexê bi îmzeyeke hevpar di 12’ê Çileya 2024’an de ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re name şandin. Di nameyê de hate destnîşankirin ku mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hatiye binpêkirin.

Saziyên îmzevan têkildarî nameya ku şandîn, li Navenda Giştî ya ÎHD’ê daxuyanî dan. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban anî ziman ku di nameyê de bal kişandina ser tecrîda mûtlaq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Kuçukbalaban ev tişt diyar kirin:

“Di nameya ku me ji CPT’ê re şandî de, me gotibû ku ji ber rewşa bêparhiştina ji peywendiyê (incommunicado) ya li Girtîgeha Îmraliyê û neguherîna şert û mercan, em dixwazin bibêjin, li gorî Peymana Ewropayê ya ji bo Pêşîgirtina li Kiryar an jî Cezakirina Biçûkxistinê, yan jî Êşkence û Kiryarên Nemirovî, bi erk û berpirsyariya xwe rabin û tevkariyê li çareseriya pirsgirêkê bikin. Li hemberî vê yekê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F tên ragirtin, nêzî 3 sal in nikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û têkîliya wan a bi cîhana derve re, bi temamî hatiye qutkirin. Ev rewş hîn jî dibe sedemê bandor û encamên giran. Ji aliyê normên hiqûqî yên gerdûnî û nirx û hêmanên mafên mirovan ve ev yek nayê qebûlkirin. Ji bo çareseriyê vê pirsgirêkê divê demildest gav bên avêtin û em dixwazin bi raya giştî re parve bikin ku em ê bibin şopdarê vê pêvajoyê.”