Baro li dijî desthilata AKP-MHP'ê dimeşin

'Meşa Berevaniyê' ya parêzeran didome. Serokê Baroyên Amed, Riha, Mêrdîn û Wanê li Rihayê kom bûn. Ber bi Enqerê ve meşiyan.

'Meşa Berevaniyê' ya 41 serokên baroyan a li dijî guherandina avaniya baroyan a bi destê AKP-MHP'ê kete roja duyan. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, ê Rİhayê Abdullah Oncel, ê Wanê Zulkuf Uçar û ê Mêrdînê Îsmaîl Elîk duh ji bajarên ku lê dman bi rê ketin, ji Alîgorê ya Pirsûsê ku li hev kom bûbûn meşa xwe dewam kirin. Gelek parêzer û gelê bajarokê jî destek dane meşê.

Serokên Baroyna û yên li gel wan piştî ku 15 km meşiyan rêyan xwe domandin. Serokên baroyan sibe wê li Enqerê bin.

Serokê baroyan gotin heke desthilata Tirk dev ji guherînê bernede bi navê ''Meşa bi cubbe'', ''serokê rawestiyayî', li ber Meclîsê jî ''Nobeta Dawî'' bikin.