Barbaros Leylanî ji ber gotinên xwe yên bi kîn hat mehkûmkirin

Serokê duyem ê berê yê Federasyona Komaleyên Karkerên Tirk a Swêdê Barbaros Leylanî ku li Swêdê der heqê Ermeniyan de axaftinên bi kîn gotibûn, ji sûcê kişkişkirinê hat mehkûmkirin.

Serokê duyem ê berê yê Federasyona Komaleyên Karkerên Tirk a Swêdê Barbaros Leylanî ku li dijî Ermenî, Kurd û Asûrî-Suryaniyan de çalakiyên provakatîf bi rêxistin kirin û li dijî Ermeniyan axaftinên bi kîn gotibûn, ji sûcê kişkişkirinê hat mehkûmkirin.

Gotinên Leylanî yên ku 9 Nîsanê li Stockholmê li dijî Ermeniyan gotibû, bibû sedema nerazîbûnan û nêzî 50 kes û komaleyî ku Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê, Konseya Jinê ya Kurd a Amara û Federasyona Ermeniyan jî di nav de, serî Dozgeriyê dabûn û daxwaz kiribûn ku der heqê Leylanî de lêpirsînên sûcên kîn û kişkişkirinê bên destpêkirin.

Dadgeha Stockholmê, îro biryar da û diyar kir ku Leylanî ji ber sûcê kişkişkeriyê sûcdar e û cezayê hepsa bi şert û pereyan lê birî. Her wiha biryar hat dayîn ku mesrefên dadgehê jî ji hêla Leylaniyê sûcdar bên dayîn.

Dozger Olof Vrethammar xwestibû ku ji ber sûcê kişkişkeriya giran, 4 sal cezayê giran li Leylanî bê birîn. Lê, Dadgeha Stockholmê wek hincet gotibû ku Leylanî bêyî amadekarî axiviye û axaftina wî di astek mezin de berbelavî nebûye, biryar dabû ku tenê ji ber sûcê kişkişkeriyê bê cezakirin.

Parêzerê Leylanî Îsmo Salmî got ku ji ber miwekîlê wî tenê ji sûcê kişkişkeriyê hatiye mehkûmkirin ew kêfxweş in, lê nûnerên komaleyan ên ku giliyê Leylanî kiribûn, ceza kêm dîtin û nerazîbûn nîşan dan.

Serokê Federasyona Ermeniyan Arshak Gavafian anî ziman ku ev cezayê hatiye birîn gelekî kêm e û dadgehê sûc ne rast pênase kiriye.

Nayê zanîn ku bê wê dozger îtîrazî biryarê bike an ne, lê rêxistinên ku giliyê Leylanî kirine dibêjin wê îtîrazî vê biryarê bikin.