Banga şermezarkirina komkujiya Roboskiyê

Banga şermezarkirina komkujiya Roboskiyê

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê û Îzmîrê komkujiya Roboskiyê hate şermezarkirin li Wan û Edeneyê ji bo tevlîbûna meşên bi armanca şermezarkirina komkujiya Roboskiyê pêk bên bang hatin kirin.

GEVER

Komeleya Çand û Hunerê ya Geverê û Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Geverê li Salona Konferansê ya Parqa Çandê ya Avaşîn têkildarî komkujiya Roboskiyê pêşandana belgefilmê li dar xist. Şaredarê Geverê Ercan Bora, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Geverê Rustem Demîr, KESK, DÎSK, KURDÎ-DER û gelek kesên din tevlî bernameyê bûn. Piştî rêzgirtinê Endamê Egîtîm Sen'ê Evliya Alkan axaftinek kin kir û wiha got: "Divê êdî dawî li komkujiyên 30 salin li ser gelê kurd pêk tên bi dawî bibin." Serokê Rêxistina BDP'ê yê Geverê Rustem Demîr jî komkujiya Roboskiyê şermezar kir. Pişt re pêşandana belgefilmê pêk hat. Pişt re guhdariya helbestan pêk hat.

XWENDEKARAN KOMKUJIYA ROBOSKIYÊ ŞERMEZAR KIR

Xwendekarên Geverê jî komkujiya Roboskiyê şermezar kirin. Xwendekarên ji dibistanan derketin ber bi Otela Osloyê ve meşiyan. Piştî meşê xwendekaran çalakiya rûniştinê ya ji 15 deqeyan pêk tê li dar xisitn. Xwendekaran sloganên "Qatilên Roboskiyê li ku ne", "Roboskî nayê jibîrkirin" û "Bimire kujerên komkujiya Roboskiyê" berz kirin û sruda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Piştî çalakiya rûniştinê bi avahiya li cihê bûyerê pankrata "Em Dêrsîm, Zîlan, Halepçe, Sêwas, Geliyê Tiyari û Roboskiyê ji bîr naken" daliqandin.

ÎZMÎR

Meclîsa HDK'ê ya Îzmîrê ji bo meşa têklidarî salvegera komkujiya Roboskiyê ya sibê li dar bixin li ber avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê komê Guneş Akçay daxuyanî xwend û diyar kir ku bi ser komkujiyê re salek derbasbû û lê ligel vê yekê tu pêşketin çênebûn û wiha got: "Ligel salek bi ser komkujiyê de derbasbû tu geşedan ên kiryar bên dîtin pêk nehatin û ji kesên tê gotin tiliya wan di nav komkujiyê de heye hatin xelatkirin." Akçay, anî ziman ku ew dê sibê têkildarî komkujiyê de saet di 18.00'an de li Qada Basmahaneyê meşekê li dar bixin û xwest ku hemû kes tevlî meşê bibe.

MAZLUM-DER'Ê JIBO ROBOSKIYÊ PÊŞENGEHA WÊNEYA VEKIR

Şaxa MAZLUM-DER'ê ya Îzmîrê jî bi heman minasebetê li avahiya Rêxistina OSP'ê ya Îzmîrê pêşengeha wêneyan vekir. Hunermendê wêneyan Burhan Gîzlenmîş, Endama GYK'ê yê MAZLUMDER'ê Nurcan Aktay û gelek welatî tevlî pêşengehê bûn. Burhan Gîzlenmiş di vekirina pêşengehê de bi kurdî axivî û wiha got: "Ev komkujiya ewil nîn e. Berê li hemberî kurdan Zîlan, Dêrsîm û Gurgumê jî komkujî pêk hatin." Endama GYK'ê ya MAZLUM-DER'ê Nurcan Aktay jî diyar kir ku di nav kesên jiyana xwe ji dest dan de xwendekar jî hebûn û wiha got: "Ev komkujî ji bo kurdan nokteya şikestinê ye. Komkujî pêk hat û birîndar li wir hatin terkirin. Ev yek şaştiyek na bi plansazî pêk hat."

WAN

Rêxistina BDP'ê ya Wanê jî daxuyaniyekî nivîsk da û diyar kir ku ew dê sibê saet di 12.00'an de têkildarî komkujiya Roboskiyê de meşekê li dar bixin. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku hemû gelê Wanê tevlî meşê bibe. Piştî meşê dê li Parqa Feqiya Teyran pêşnegeha wêneyan bê vekirin.

EDENE

Rêxistina BDP'ê ya Edene jî kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi biranîn û xwest ku demildest berpirsiyar bên cezakirin. Rêveberê Rêxitina BDP'ê yê Edene Hazim Yalçin kurdî daxuyanî xwend û Berdevkê HDK'ê yê Edene Guven Boga jî bi tirkî daxuyanî xwend. Di daxuyanê de hate diyarkirin ku dê di 28'ê kanunê de saet di 21.37'an de li parqa Abidîn Dîno daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Di 29'ê kanunê saet di 13.00'an de jî dê ber bi Parqa Înonu ve meşekê li dar bixin.