Banga tevlîbûna rûniştina doza rojnamevan Orûç kirin
Ji bo rûniştina doza Rojnamevan Azîz Orûç ê rehîn girtiye ku wê 21’ê Tîrmehê bê lidarxistin, banga piştevaniyê hate kirin.
Ji bo rûniştina doza Rojnamevan Azîz Orûç ê rehîn girtiye ku wê 21’ê Tîrmehê bê lidarxistin, banga piştevaniyê hate kirin.
Di çalakiya ‘Nobeda Azadiyê’ ya ji aliyê Plaftorma Edaletê Dixwazin ve li pêşiya Edliyeya Çaglayanê hate kirin de v ê hefteyê ji bo Rojnamevan Azîz Orûç edalet xwestin. Di çalakiyê de hevsera Azîz Orûç li gel zarokên xwe amade bûn.
Endamê Meclîsa Berxwedêran Volkan Çeşme daxuyanî da û bal kişand ser rewşa Orûç û 179 rojnamevanên din ên girtî û diyar kir ku li Tirkiyeyê rojnamevanên ku rastiya dibêjin û mixalîfên desthilatê ne tên girtin. Çeşme banga tevlîbûna rûniştina Orûç kir û got: “21’ê Tîrmehê wê ne tenê Azîz Orûç wê hemû girtî bên darezandin.”
‘ROJNAMEVANÎ NE SÛC E, ÊŞKENCE SÛC E’
Hevsera Orûç Hulya Orûç jî axivî û diyar kir ku zarokên wê dixwazin bi bavê xwe re mezin bibin, banga piştevaniyê kir.
Endama Meclîsa Berxwedêran Nûriye Gulmen destnîşan kir ku Orûç bi rojan hate êşkencekirin û got: “Rojnamevanî ne sûc e, lê êşkencekirin sûc e.”
Rûniştina doza Azîz Orûç jê tê darezanin wê 21’ê Tîrmehê li 2’emîn Dageha Cezayê Giran a Agiriyê bê pêkanîn.