Banga tevlêbûnê li meşên 22'yê Îlonê

Platforma 'Erdogan not welcome' bang kir ku her kes tevlî meşên 22'yê Îlonê bibe.

Platforma 'Erdogan not welcome' daxuyaniyeke nivîskî da, got, dîktator Erdogan ê ku dijminê gelên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê ye, bi hişmendiya DAÎŞ'ê ye û dijberê demokrasiyê ye, 24'ê Hezîranê di hilbijartinê de vîna gelan bi rengekî ne rewa desteser kiriye û dîktatoriya xwe didomîne.

Platforma 'Erdogan not welcome' got Erdoganê dîktator û tifaqa wî ya faşîst zexte li ser akademîsyen, nûçegihan, rewşenbîr, sendîkaavn, rêxistinên civaka sivîl ên Kurdistanê û Tirkiyê, li ser muxalîfên Tirkiyî dike, ji bo ku bi komkujî û girtinan wan bêdeng bike her rêbazê bi kar tîne, dixwaze welêt bike yek reng û domand: 

''Bi polîtîkayên yekrengkirinê qîma xwe pê nayîne ku ji bo tinekrina hemû nasname û baweriyan rêbazên qirêjî bi kar bîne, her wiha polîtîkayên şer û komkujiyê dixwaze li derveyî sînorên Tirkiyê jî bidomîne.

Piştî dagirkeriya Efînê û êrîşên  ser Rojava niha jî êrîşê dibe ser Başûrê Kurdistanê û berê xwe daya dagirkirinê. Ev armancên dewleta Tirk ku bi fînansekirin û xwedîkirina çeteyên mîna DAÎŞ'ê yên piyon dixwaze şer li  Rojhilata Navîn belav bike, ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatine têkbirin. Dîktator Erdogan û tifaqa wî ya faşîst ku ji têkçûnê dersan nastîne, êdî vî şerê qirêjî bi rengekî vekirî û rasterast bi rê ve dibe.
Ev şerê qirêjî û polîtîkayên wî ji hêla raya giştî ve hatiye dîtin, ji hêla demokrat, pêşverû û alîgirên wekheviyê ve bi çalakiyan hatiye protestokirin.''

Di serî de Elmanya gelek hikûmet û saziyên navnetewî ku guhê xwe ji van protestoyan û helwestan re girtine bi bêdengiya xwe destekê didin van polîtîkayên qirêjî û şer.


Welatên Ewropayê ji bo peymanên qirêjî yên bi TC'ê re, ji bo berjewendiya firotina çekan û aboriyê, nirxên mirovahiyê binpê dikin. Elman ku bi firotina tang û amûrên şer destekê dide şerê qirejî, qîma xwe bi vê jî neaniye, 28-29'ê Îlonê Erdoganê dîktator vexwendiye Elmanayê. Dewleta Elman bi vexwendiya Erdogan ê ku sûcê şer kiriye û dagirker e, nirxên mirovahiyê û wijana mirovahiyê binpê kiriye. Lê Elmanya li şûna ku bi merasîma leşkerî Erdogan pêşwazî bike, divê bi wê ristê rabe ji bo ku dîktator Erdogan ê ku sûcê şer kiriye, li dadgehê navnetewî were darizandin, hewl bide.

Em saziyên Elman, Kurdistanî û Tirkiyeyî, bi platforama bi dirûşma 'Erdogan not welcome' 22'yê Îlonê em ê li eyaletan dîktator Erdogan ê ku dijminê demokrasiyê ye bi meşan şermezar bikin.
Em platforma 'Erdogan not welcome' banga me li  saziyên Kurd, Tirk, Asûr-Sûryan, Laz, Çerkez, Ermen, jin, ciwan, Elewî, Misilman, Xiristiyan, Êzîdî yên Elmanyayê ew e ku 22'yê îlonê tevlî meşên 'dîktator Erdogan tu nebixêr hatî' ya li bajar û adrêsên jêrêbibin, em bang li hemû demokrat, şoreşger, tevgerên aştî, jin, ekolojîst dikin.

Banga me li pariyên siyasî, sendîka, rêxistinên civaka sivîl, tevgerên aştiyê, hemû şoreşger û demokratan  ew e ku 22'yê Îlonê bang li meşên li bajarên jêre bibin û li dijî dîktator Erdogan, em bloka demokrasiyê û wekheviyê bi çalakiyên hevpar dengê xwe bilind bikin.''


Cih û dema çalakiyan:

BERLÎN

Cih: Hermannplatz

Saet: 17.30

 

HAMBURG

Cih: Merckado-Altona,

Saet: 15.00

 

BREMEN

Cih: Haubtbahnhof-Bremen

Saet: 15.00

 

HANNOVER

Cih: Opernplatz-Hannover

Saet: 14.00

 

DUSSELDORF

Cih: Platz Vor dem Haupbahnof Düsseldorf

Saet: 13.00

 

ESSEN

Cih:Hauptbahnof Essen

Saet: 16.00

 

FRANKFURT

Cih: Hauptbahnof Frakfurt

Saet: 15.00

 

STUTTGART

Cih: Lautenschlagerstr

Saet: 15.00