Banga MOP’ê ya ji bo piştgiriya Suryanan

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) li hemberî desteserkirina nirxên Suryanan ên bi destên AKP’ê tê kirin, nerazîbûn nîşan da. Partiyê banga piştgiriya bi Suryanan re kir.

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) têkildarî desteserkirina dêrên Asûr/Suryan/Keldan ê bi destê AKP’ê îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji sala 1915’an û vir ve dewleta AKP’ê êrîşî nirxên gelên Asûr/Suryan/Keldanan dike û got,:“Ji dêvila ku dewleta Tirk rûbirûyî pêkutiyan were, dozaja van pêkutiyên xwe zêdetir dike û ji bo ku Suryanên mane jî koç bikin bi riyên cuda pêkutiya xwe didomîne. Ya herî girîng jî, biryara dagirker a li hemberî weqfan e.”

‘EM BERTEKA XWE XURT NÎŞAN BIDIN’

Di daxuyaniya MOP’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Girîng e ku têkoşerên demokrasiyê têkildarî vê desteserkirinê daxuyaniyên piştgiriyê didin. Divê were zanîn ku ev dumahîka polîtîkayên faşîst ên sunnîbûnê yên piştî 7’ê Hezîranê ye. Ji ber vê jî divê gelê Asûr/Suryan/Keldan vê feraseta faşîst bibînin û li dora nirxên demokratîk ên neteweyî nerazîbûnên xwe nîşanî hikumeta AKP’ê bidin.

Ji bo ku gelê me rûbirûyî bûyerên wijha neyên, divê gel li derdora fikra civakî piştgiriya hev bikin. Dîsa derket holê ku polîtîkayên li ser nîjadekî faşîzm bi xwe ye. Îro jî her çiqas dewleta Tirk bi armanca dagirkirinê berê xwe dide Iraq û Sûriyeyê êdî ew nikarin pêşiya rûxandina netewe-dewleta Tirk bigirin. Ji ber ku rêya sêyemîn a demokratîk a gelan heye.

Em bang li dewleta Tirk dikin ku dev ji van pêkanînên faşîst berde û çi tiştên van gelan hebe dîsa teslîmî wan bike! Vîna siyasî ya van gelan û mafên wan ên demokratîk nas bike!”