Banga Konfederasyona Mafên Demokratîk a ji bo mîtînga Dusseldorfê

Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewrûpayê banga tevlêbûna mîtînga Dusseldorfê kir.

Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewrûpayê ji bo mîtîng û meşa li Dusseldorfê ya di 4’ê Mijdarê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em li dijî faşîzma AKP’ê ligel hemû mazlûm,bindest, kedkar û demokratan li Dusseldorfê werin ba hev.

Dewleta faşîst a Tirkiyeyê ya ku dixwaze hemû dînamîkên pêşverû û şoreşger ê civakê tune bike, li girtîgehan êrîşî girtiyên şoreşger dike û girtiyên şoreşger li hemberî van êrîşan li ber xwe didin. Ji bo xwedîlêderketina vê berxwedanê em hemû gelê xwe vedixwînin vê meşa li Dusseldorfê.”

Di daxuyaniyê de agahiyên çalakiyê wisa hate diyar kirin:

4’ê Mijdarê 2017

Dusseldorf/Frîerdrîch/Eberth Str

(Kêleka Haûptbahnhofê)

Saet: 10.00