Banga KCDK-E’yê ya ji bo beşdariya çalakiyên ji bo Ocalan

Koordînasyona KCDK-E’yê: Em ê bêdem û bênavber kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî, Ji Kurdistanê re Statu” bidomînin.

KCDK-E: Em ê têkoşîna heta niha û çalakiyên ku heta niha me kirine geştir û kûrtir bikin û Rêber Abdullah Ocalan rizgar bikin.

Koordînasyona KCDK-E’yê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de diyar kir ku di Kongreya xwe ya 2’emîn a giştî de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryarên girîng wergirtine. Desteya Rêveberiyê ya KCDK-E’yê diyar kir ku, çalakiyên xwe kirine bernameyek û çalakiya pêşîn, nobeta di 19’ê Hezîranê de ya li Strasboûrgê bû. Koordînasyonê got : “Armanca me ev e ku îsal em li Ewrûpayê pêvajoya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bidin destpêkirin. Daxwaza me ne ev e ku em tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan rakin. Xwesteka me ev e ku em Wî azad bikin û gelê Kurdistan û Rojhilata Navîn û Wî bînin ba hev.”

Ji ber ku em dizanin ku armanca faşîzma Erdogan-Bahçelî ev e ku Rêber Abdullah Ocalan di warê polîtîk de bêbandor bike û wî ji gel dûr bixe. Lê em ê destûrê nedin vê yekê. Em çalakî û plansaziyên xwe yên heta niha geştir û kûrtir bikin û em ê Rêber Abdullah Ocalan azad bikin.

Em ê li gorî biryarên konferansa xwe ya 2’emîn tevbigerin û çi bikevin ser milê me, em ê bikin. Em ê tevî gel, dost, xebatkar, meclîs û jin û ciwanan pergala Îmraliyê pûç bikin.

‘EM BEŞDARÎ PÊVAJOYA AZADKIRINA OCALAN BIBIN’

Tu tişt ji azadiya Rêber Abdullah Ocalan ne girîngtir û hêjatir e. Çi dibe bila bibe divê em beşdarî çalakiyên îsal bibin. Divê hincetên wekî dibistan, kar û yên din neyên gotin û beşdarî pêvajoya azadkirina Rêber Abdullah Ocalan were kirin. Tevgera me sala 2017’an wekî sala azadiyê ya Rêber Apo diyar kiriye. Divê herî zêde gelê me yê li Ewrûpayê beşdarî vê biryarê bibe û herî zêde dostên me yên li Ewrûpayê beşdarî vê sala azadiyê bibin.”

Koordînasyona KCDK-E’yê diyar kir ku dewletên Ewropa û sazî û desgehên navnetweyî yên li Ewropa jî di dîlgirtina Ocalan de ew jî bi qasî Tirkiyeyê sûcdar in û wiha got: “Niha baştir xuya dike ku saziyên navneteweyî li dijî gelê Kurd bi taybet li hember Rêber Abdullah Ocalan sûcdar in. Divê tenê ev sûc li di pêvajoya heyî de li ser faşzîma Tirk, dîtatoriya Erdogan û Bahçelî nemîne. Di vê wateyê de sazî û dezgehên ji mafê mirovan a naventeweyî berpiryar û di asta navneteweyî de xwedî gotin rast nêzîk bibin û hêz zêdetir nebin hevkarên sûc. Em bang li saziyên Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa, Parlemetoya Ewropa, Rêxistin Efû yê ya Navneteweyî û CPT’ê dikin ku hê zêdetir nebin hevkarên sûcên faşîzma dîktatoriya Erdogan Bahçelî ya li Kurdistan û ji niha û şûnde jî di serî de li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bide kirin. Weke ku dîlgirtina Rêberê Abdullha Ocalan ne di berjewendiyên kesê de ne, di heman demê de mayîna wî ya li Greva Îmaraliyê tê wateya dewam şer jî. Ji ber vê sedemê di serî de divê dewletên Ewropayê û saziyên xwe ve di vê mijarê de bi hestyar tevbigerin û hê baştir nêzîk bibin.

 ‘BI AWAYEKÎ XURT BEŞDARÎ ÇALAKIYAN BIBIN’

Em carekî din bang li gelê xwe yên welatparêz û dostên xwe dikin; li ser bingehê Kampanyaya ‘Ji Azadiya Ocalan, Ji Statuya Kurdistanê’ pêş bixin, wê bê dem û bênavber dewam bike. Li ser vî bingehî li welat, qad û herêman bi çalakiyên cuda cuda, ji çalakiya rûniştin bigire heta çalakiyên bêîtîhatiya sivîl, serlêdana saziyên civaka sivîl bikin, daxwazname binivîsin, komkirina îmzeyan lidar bixin. Dîsa çalakiya Nobeda Azadiya Ocalan a ku ev 5 sal in dewam dike hê zêdetir û xurti bikin û berfireh bikin. Ji bo kesên nas di rojên taybet de serlêdana çalakiyê bike xebatên pêwîst wê bên amadekirin.

Dîsa di navbera 9’ê Çileyê heta 15’ê Sibatê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi plansaziyekî taybet û xweser hê baştir û bi çalakiyên cihêreng, em ê daxwazên xwe yên azadiyê qîr bikin. Ji bo vê jî ji çalakiyên meş bigire heta mîting, rûniştin, danîna kon, serlêdana saziyên civaka sivîl, li gel dostên xwe di hinek rojan de plansaziyên taybet amadekirin pêş bixin û li gel sazî, meclîs û hevparên xwe xebatên taybet bidin meşandin. Li ser vî bingehî em carekî din bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku ji bo azadiya Ocalan beşdariyekî xûrt ji bo çalakiyên bên lidarxistin dikin. Dîsa çalakiya nobedê ya ku hevserok û nûnerên saziyên me yên ku dayîn destpêkirin wê 26’ê Hezîrana 2017’an bi beşdariya girseyî ya ji Başûrê Amerîka, Swîsre û Strasboûrgê bi mîtîngekê bi dawî bibe. Em dîsa bang li gelê xwe yên li Başûrê Amerîka, Swîsre û Strasboûrgê dikin ku bi awayekî xurt beşdarî çalakiyê bibin.