Banga 'Birîndaran li ser sînor nesekinînin'

Banga 'Birîndaran li ser sînor nesekinînin'

2 jê giran 4 Kobaniyên birîndar bûn, di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re nayên derbaskirin. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya SES'ê Fîkret Çagalan ê li Pirsûsê xizmeta tenduristiyê dide Kobaniyan destnîşan kir ku rîskek mezin li ser jiyana birîndaran heye.

2 jê giran 4 Kobaniyên di şerê ji ber êrîşên DAIŞ'ê de birîndar bûn, ji duh bi şev saet 01'ê heta niha li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê tên rawestandin. Birîndarên ku jiyana wan di xeteriyê de ye, nayê zanîn ku ji ber çi nahêlin bên derbaskirin. Heta roja îro 12 birîndar, ji ber ku li ber derî hatin sekinandin jiyana xwe ji dest dan û ji bo careke din mirov jiyana xwe ji dest nedin, dildarên tenduristiyê ketin nava tevgerê. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya SES'ê Fîkret Çagalan diyar kir ku xeterî li ser jiyana birîndaran heye û got, "Her deqeya derbas dibe ji bo birîndaran xeter e. Li wir derfetên wan nîne. Nexweşxane nîne, derfetên dermankirinê nîne, teçhîzat nîne. Divê bi lezgînî derî bê vekirin û birîndaran derbasî Pirsûsê bikin. Kêliyek bi tenê jî nîne ku em dereng bimînin. Beriya niha ji ber derengmayînê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan."