Nameyek bi îmzeya gelek pispor, rêveberên siyasî yên berê û rêxistinên civakî yên sivîl hate weşandin.
Di nameyê de ku mohra zêdeyî 140 kesî li bin bû, hate destnîşankirin ku hêviya herî baş a bidawîkirina pandemiyê peydakirina derziyekê ye.
BILA LI HER WELATÎ JI BO HER KESÎ BÊPERE BE
Di nameyê de bang li Wezîrên Tenduristiyê hate kirin ku tê payin roja Sêşemê li Meclîsa Tenduristiyê ya Cîhanê bi rêya vîdeo-konferansê bicivin û hate xwestin, "Bi rengekî bêpere derzî û dermanê li dijî vê nexweşiyê li her kesî bê belavkirin."
Di nameyê de hate gotin, "Dema ku derziyeke bi bandor û pê bawer hate afirandin, divê bi lez û zû bê hilberandin û li her welatî bi bêpere pêşkêşî her kesî bê kirin. Ev ji bo hemû tedawiyan (li dijî vîrûsa koronayê) tespît û teknolojiyên din jî derbas dibe."
Her wiha bang kirin ku li ser derzî û tedawiya Covîd-19 di bin sîwana Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê de lihevkirina global bê kirin.