Balûken: Operasyoneke mezin a xapandinê heye

Endamê Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê Îdrîs Balûken diyar kir ku tevî êrîşên leşkerî û siyasî hewl tê dayîn atmosfereke 'pêvajoya çareseriyê dimeşe' were afirandin û got, "Bila haya gelê me ji vê operasyona xapandinê hebe."

Endamên Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê Îdrîs Balûken û Sirri Sureyya Onder, ji bo destûr ji derbaskirina cenazeyên li deriyê sînor ê Xabûrê dihatin rawestandin were dayîn, bi Musteşarê Ewlekariya Cemaweriyê Mûhammet Dervîşoglû re hevdîtin kirin, lê belê ev hevdîtin bi taybetî di çapemeniya alîgirê AKP'ê de hat berevajî kirin û weke "Ocalan bi tundî HDP rexne kir" hat weşandin.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, ku di vê hevdîtinê de amade bû û ji bo derbaskirina cenazeyên li deriyê sînor ê Xabûrê dihat sekinandin, hat lidarxistin bal kişand ser operasyoneke mezin a xapandinê û got, "Bi taybetî di medya giştî û ya alîgirê hikûmetê de, tevî ewçend operasyonên siyasî û leşkerî yên li herêmê, hewl tê dayîn atmosfereke weke 'pêşketinên erênî hene' biafirînin û nîşan bidin. Ev agahî hemû bi temamî xapandinên bi operasyona şerê psîkolojîk in. Hevdîtin li ser mijara teslîmkirina cenazeyan bû û ji bo gelê Kurd cenazeyên zarokên xwe li cih û warên xwe veşêre, em neçar man bi rojan hevdîtinan bikin."

'DEFINKIRINA CENAZEYAN JÎ KIRIN MIJARA BAZARIYÊ'

Balûken anî ziman ku gel rexne dike ku definkirina cenazeyan jî dewlet dike mijara 'bazariyê' û got, "Di vir de jî nêrîna hikûmetê ya li pêvajoya çareseriyê bi zelalî tê fêmkirin." Balûken anî ziman ku malbat hînê li Pirsûsê li benda cenazeyên xwe ne.

Balûken bal kişand ser îlana 'herêmên ewle', valakirina gundan, şewitandina darizanan û kuştinên li herêmên Kurdan û got, "Em bi pêkanînên zêdeyî rewşa awarte OHAL'ê re rû bi rû ne. Di rewşeek bi vî rengî de nîşandana atmosfereke 'pêşketinên erênî hene', aliyekî şerê psîkolojîk ê hikûmetê ye."

Balûken bal kişand ser terora dewletê ya ji duh bi şev û vir ve li Silopiyayê dike û got, "Du mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Yek jê zarok e, yê din 60 salî ye. Di rewşeke bi vî rengî de kî nîşan bide ku 'der barê pêvajoya çareseriyê de pêşketinên erênî heye' ew xizmetê ji operasyona xapandinê ya AKP'ê re dike."

RAKIRINA TECRÎDÊ, DAWÎANÎNA LI OPERASYONAN

Balûken diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke şidandî de ye û got, "Eger wê behsa pêşketineke erênî di pêvajoya çareseriyê de bê kirin, hingî divê pêvajoya operasyonan bên qedandin, pêkanînên OHAL'ê ji holê bên rakirin, tecrîda li ser Birêz Ocalan were rakirin, mercên muzakereyê bên afirandin û mekanîzmayên muzakereyê werin avakirin. Ji bo van hemûyan jî divê hikûmet vîna xwe nîşan bide."