Balûken: Em ê bi awayekî herî bihêz bêjin ‘NA’
Balûken ê HDP’yî, têkildarî referandûmê wiha got: “Ki dikare di nava şert û mercekî bi vî rengî de bêje wê HDP bê bertek bin… Herî zêde mafê me ye ku em bi awayekî herî bi hêz bêjin ‘NA’.
Balûken ê HDP’yî, têkildarî referandûmê wiha got: “Ki dikare di nava şert û mercekî bi vî rengî de bêje wê HDP bê bertek bin… Herî zêde mafê me ye ku em bi awayekî herî bi hêz bêjin ‘NA’.
Partıya Demokratîk a Gelan (HDP), civîna xwe ya heftane li dar xist. Di civînê de Serokwekîlê berê ya Koma HDP’ û Parlemeterên Amedê Îdrîs Balûken axivî.
Balûken di axaftina xwe de bal kişand ser van xisûsan:
"Piştî cudabûna dirêj û bi zehmet bi kelecana mirovekî ji tecrîda 3 mehan ve, ez we silav dikim.
Em bi rastî jî di nava pêvajoyekî bi zehmet de ne. Me cudabûne bi zehmet û bi rûmet jiyan kir. Min dixwest ku bibim parçeyekî civîna koma ku kesên ku divê li vir baxiviyana. "Divê îro Hevserokê Giştî yê HDP'ê Birêz Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê ye, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Kandirayê yê baxiviyana. Piştî ku ew hatin dîlgirtin divê berdevkê partiya me Ayhan Bîlgen baxiviya.
Divê ya ku bibe ev e; 3 meh in li hucreya tecrîdê ye tîpa F de paralemneterkî maye li pêşberî qerebalixê ketiba heyecanê. Hê min ji girtîgehê gava xwe avêtibû derve me agahiya girtina birêz Meral Daniş Beştaş û birêz Ayhan Bîlgen girt.
Ev rewşa heyî wekî ku hîn bin kin tê xwestin her tim bê nîqaşkirin. Lê em bi rewşa siyaseta herî neasayî ya Tirkiyeyê re rû bi rû ne. Em di pêvajoyekî ku parlamenter û hevserokên giştî yên partiyekî 6 milyan deng girtine hatine girtin dijîn. Yên ku divê di bin banê Meclîsê de ne li girtîgehê ne. Ew hevalên me yên ku divê karên xwe yên qanûnçêkirinê bi cih bînin. Lê heke îro li girtîgehê di bin tecrîdê de bin, min 3 mehan heman rewş jiyan kiriye, divê ev yek bi awayekî aqilane bê nîqaşkirin.”