BI DÎMEN

Balûken: Bi komkujiya Enqereyê re AKP'ê bi şer bersiv da agirbestê

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken diyar kir ku rola AKP'ê ya di komkujiya li Enqereyê de zelal e û bal kişand ser dema pêkhatina komkujiyê. Balûken got, "Bi komkujiya Enqereyê re AKP'ê bi şer bersiv daye biryara agirbestê ya KCK'ê."

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken diyar kir ku rola AKP'ê ya di komkujiya li Enqereyê de zelal e û bal kişand ser dema pêkhatina komkujiyê. Balûken got, "Bi komkujiya Enqereyê re AKP'ê bi şer bersiv daye biryara agirbestê ya KCK'ê."

Balûken ji ANF'ê re mijar nirxand û bibîr xist ku mîna komkujiya li Amedê, di komkujiya li Enqereyê de jî berî ambûlans bên cihê bûyerê polîsan bi bombeyên gazê êrîşî birîndaran kirine û bîlançoya windahiyan girantir kirine.

'AKP'Ê BI ŞER BERSIV DA BIRYARA AGIRBESTÊ'

Balûken da xuyakirin, ku divê dema pêkhatina vê komkujiyê bê nirxandin û diyar kir ku ev komkujî heman piştî ragihandina biryara 'bêçalakîtiya yekalî' ya KCK'ê rû daye.

Balûken got, "Di heman demê de li Amed, Sûrê derketina derve tê qedexekirin û sivîl tên qetilkirin. Li navçeyên Mêrdîn Kerboran û Nisêbînê komkujî tên kirin. Dema cenaze li erdê bûn, dema bi sedan cenaze li Enqereyê li serê bûn, li Liceyê operasyonên komkujiyê hatin kirin. Li hemberî gerîlayên di rewşa agirbestê de ne, operasyonên tinekirinê hatin meşandin. Ev nêzîkatî hemû nîşan didin ku kê pêvajoya şer daye destpêkirin û kî didomîne."

Balûken destnîşan kir ku wê hesabê van sûcên li dijî mirovahiyê bê pirsîn û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:

"Biryara KCK'ê, rojek beriya komkujiyê ji aliyê Birêz Remzî Kartal ve ji raya giştî re hat ragihandin. Dabû xuyakirin ku wê helwesteke agirbestê nîşan bide. Beriya çend rojan jî rayedarên KCK'ê dabûn xuyakirin, ku ew ê bi xemsarî nêzî bangên agirbestê nebin. AKP'ê li wê rojê rast anî û bi vî rengî îlan kir ku ew aştî û demokrasiyê naxwaze, ew ê vînek alîgiriya şer nîşan bide."

'AKP DIXWAZE DI REWŞEKE KAOSÊ DE HILBIJARTINÊ PÊK BÎNE YAN JÎ TALOQ BIKE'

Balûken da zanîn, ku dewamkirina operasyon û komkujiyên li hemberî gelê sivîl nîşan dide ku Erdogan û AKP dixwaze di nava kaosê de hilbijartinê pêk bîne yan jî taloq bike û got, "Di vir de pêwîste her du dibetî werin nirxandin. AKP bi polîtîkayên xwe yên heta roja îro pêk aniye, bi polîtîkaya şer a Erdogan re, ku maseya çareseriyê qeliband, serberjêr bûye. Di 7'ê Hezîranê de encamên destpêkê yên vê serberjêrbûyînê dîtibû. Piştî ku xuya bû ev serberjêrî bêhtir bi lez bûye, AKP'ê biryarek siyasî stend ku rewşa şer û kaosê dijwartir bike. Ji ber AKP bi zelalî dibîne, ku di hilbijartineke demokratîk de wê têk biçe.

Ji ber vê yekê li ser her du dibetiyan kûr dibe; ya ku di di rewşa şer û kaosê de hîleyên hilbijartinê amade bike û vîna li dijî AKP'ê bi kêrî xwe bîne, yan jî şer derxîne asta şerî navxweyî û bi vî rengî hilbijartinê betal bike. AKP li ser vê dixebite."

'VÎNA AGIRBESTÊ YA KCK'Ê HÊJA YE'

Balûken ragihand ku armanca komkujiya Enqereyê ev bû û axaftina xwe wiha dewam kir: "Dixwzin hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji bo saleke din taloq bikin. Girîng e haya raya giştî ya demokratîk ji vê hebe. Bêguman, tevî hemû êrîşan em vîna agirbestê ya KCK'ê hêja dibînin. Gelekî hêja ye ku li gorî mîrateya aştî û demokrasiyê ya şehîdên aştî û demokrasiyê yên li Enqereyê helwestek nîşan dan.

Ev biryar berpirsyariyeke girand ide ser milê me, ser milê civakê. Eger KCK vê biryara xwe ya agirbestê, tevî ewçend êrîşên giran ên provokatîf didomîne û vê yekê ji bo mîarteya şehîdan pêk tîne, di vir de wezîfeya dikeve ser milê me ew e ku mîna li çavên xwe miqate ye, em li vê biryarê miqate bin. Pêwîste em zexta demokratîk a li ser AKP'ê zêde bikin. Ev hilbijartin wê bibe hilbijartina sekna aştî yan jî sekna şer."

'DESTÊ HDP'Ê XURTTIR BIBE, WÊ AKP NEMA KARIBE ŞER BIMEŞÎNE'

Balûken da xuyakirin ku eger AKP di van hilbijartinan de dengekî zêde bi dest bixe, wê bêje ku gel polîtîkaya şer erê kiriye û êrîşên xwe zêde bike. Balûken got, "Lê belê eger destê HDP'ê di van hilbijartinan de xurt bibe, AKP bixwaze jî wê firsendê nebîne ku şer derxîne."

Balûken anî ziman ku weke HDP ew ne di atmosfereke hilbijartinê ya beriya 7'ê Hezîranê de ne û da zanîn, ku ji ber komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, ji ber qedexeyên derketina derve, qetilkirina bi dehan mirovan, nepêkane ku ew kampanyayeke hilbijartinê bimeşînin.

Balûken ragihand ku karê wan ê sereke, beralîkirina polîtîkayên komkujiyê û nîşandana vîna gel a li sindoqan e. Balûken got," Hem gelên li Kurdistanê hem jî gelên li Tirkiyeyê wê bi fetisandina zîhniyeta AKP'ê di sindoqan de bersivê bidin van komkujiyan."