Balefirên keşfê liser herêmên parastinê yên Medyayê digerin
Balefirên keşfê liser herêmên parastinê yên Medyayê digerin
Balefirên keşfê liser herêmên parastinê yên Medyayê digerin
Balafirên keşfê yên artêşa Tirk bi awayekî nizim liser herêmên parastinê yên Medyayê digerin.
Li gorî zanyariyên ji herêmê bidestketine, îro piştî nîvro di saet 17:00’an de balefirek ya keşfê ya artêşa Tirk bi awayekî nizm liser herêmên Gare, Avaşîn, Kurejehro û Xazir ve bi awayekî nizim difire. Li gorî heman serçaveyan ew firoke heya niha jî liser herêmê ve bi awayekî nizim tevgera xwe berdewam dike.
Hêjayî gotinêye ku divan rojên dawîde tevgera balefirên keşfê û yên şer liser herêmên parastinê yên Medyayê zêde bûne. Ji beriya çend rojan jî liser gelek herêmên parastinê yên Medya yê ve balefirên şer û yên keşfê bi awayek nizim firiya bûn.