Balafirên Sûriyê taxên kurd yên Helebê bombebaran kirin

Balafirên Sûriyê taxên kurd yên Helebê bombebaran kirin

Balafirên rêjîma Sûriyê îro di saetên sibê de taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê kurdin bombebaran kir. Di encama bombebaranê de yek jê giran 5 kes birîndar bûn.

 Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îro saet di 09.30'an de balafirên rêjîmê taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê kurd in bombebaran kir. Bombebaran li kolana El-Zihûr ji aliyê Mizgefta Meerûf pêk hatiye. Di encama bombebaranê de 5 kes birîndar bûn. Li gora agahiyên hatine bidest xistin Hesen Cabir, Irûba El-Şêx û zarokên bi navê Hemûda, Husam û Samir ên ji heman malbatê birîndar bûne. Çavkaniyan destnîşan kirin ku birînên Hesen Cabir xeterin û niha tevlî endamên malbata xwe li nexweşxaneyek gerok têne dermankirin.

 Hate hînbûn ku malbata Cabir ji gundê Kurzêlê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê ye.