Bala mirovan li 20 Adarê roja Girtina Rojê ye

Cîhan xwe amade dike ji Girtina Rojê ya bi temamî ya nehemîn a sedsalaa 21. amade dike.

Girtina Rojê ya 20'ê Adarê, beşeke berfireh a Bakurê Cîhanê eleqedar dike. Ji başûrê Groenlandê heta bakurê Okyanûsa Arktîka wê li korîdoreke ji sed hezaran kîlometrekareyî roj bi temamî bê girtin.

Girtina temamî wê herî zêde 2 deqe û 47 saniyeyan dewam bike. Ji bo şahidî ji girtina bi temamî re bê kirin divê mirov li Giravên Faroe yên ser bi Danîmarkayê û komgiravên Svalbard ên Norwêcê bin.

Li Groenland, Îzlanda, Ewropa, Bakurê Afrîka, Rojhilata Navîn û rojavayê Asyayê jî wê ji hin aliyan ve girtin pêk were.

Ev girtina rojê di sedsala 21'an de ya nehemîn û di sala 2015'an de jî ya yekemîn e.

Girtina rojê wê li aliyê Ewropayê bi aliyekî ve were dîtin. Girtin li gorî saeta Ewropayê wê saet di navbera 09:00 û 12:00 de pêk were. Ji bo temaşekirina li Girtina Rojê pêwîstî bi berçavkên rojê yên taybet heye.

Girtina Rojê wê hin encaman bi xwe re bîne. Bi taybetî li Ewropayê tê payîn ku sîstema elektrîkê bikeve bin vê bandorê. Elektrîka ji enerjiya rojê ya Fotovoltatîk tê bi destxistin wê ji bo çend deqeyan bi temamî bisekine. Ev yek jî dibe sedem ku şebekeya elektrîkê ya Ewropayê tedbîrên nû werbigire.

Girtina Rojê ya di rojê de wê di sala 2021'an de bi rêjeyeke ji sedî 20'an were dîtin. Ya piştre jÎ di sala 2026'an û ya li dû wê jî wê di sala 2081'ê de pêk were.