Bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Gomî û Yakşî

Li Stenbol û Enqereyê di çalakiyan de hate diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Kemal Gomî û Yûsûf Yakşî giran e û hate xwestin ku girtiyên nexweş werin berdan.

Parêzvanên mafên mirovan li Stenbol û Enqereyê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş çalakî li dar xistin û xwestin girtiyên nexweş serbest bên berdan. Li Stenbolê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê di hefteya 433’an de li ser medya civakî çalakiya "Rûniştina F" berdewam kirin. Endama Komîsyonê Meral Nergis Şahîn daxuyanî da û bal kişand ser rewşa Kemal Gomî yê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê.

Şahîn, anî ziman ku li Tirkiyeyê di sala 19'ê Kanûna 2000'an de li girtîgehan komkujî hate pêkanîn û girtî bi zorê ji odeyan derxistin û wiha got: "Li girtîgehên Tîpên F bi rêk û pêk êşkence heye. Tecrîd heye. Girtiyên ku cezayê giran ê muebetê li wan biriye rewşa wan xerab e. Niha mafê girtiyan ê ziyaretan û mafê wan ê civakî bi temamî ji destê wan hatiye girtin. Êdî tecrîd rewa û asayî kirine. Tecrîd jî êşkence ye."

Şahîn bal kişand ser rewşa Kemal Gomî û wiha got: "Kemal di sala 1969'an de ji dayik bûye. Di sala 1993'an de hat girtin. Ewil birin Girtîgeha Umraniye. Heta sala 1997'an darizandin. Di sala 2005’an de cezayê muebetê erê kirin. Di 19'ê kanûna 2000'an de piştî komkujiya li girtîgehan sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandiya ya Kocaeliyê kirin. Saziya Tipa Edlî di sala 2010'an de rapora 'Nikare li girtîgehê bi tenê bijîn." Lê niha di hucreya yek kesî de tê girtin. Li gel raporê jî hêj Gomî nehatiye berdan. Malpat û parêzeran serî li DMME'ê dan. DMME'ê jî di sala 2019’an de biryar da û xwest di demek herî dêj de serbest bê berdan. Niha nezî 3 sal in li Girtîgeha Tîpa R a Metrisê girtî ye. Niha di yek hucreyê de tê girtin. Divê Kemal Gomî ku gelek nexweşiyên giran pê re hene, bê berdan."

ENQERE

Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî li Enqereyê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyê nexweş Yusuf Yakşî daxuyanî da. Înîsiyatifê di hefteya 305’an de li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyanî da. Di civînê de Endama Lijneya Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen, daxuyanî da û diyar kir ku bi hezaran girtiyên nexweş li girtîgehê li dijî mirinê têdikoşin û wiha got: "Bi hezaran girtiyên nexweş di şertên bê tenduristî de girtî ne. Gelek girtî nayên dermankirin. Em ê vê hefteyê balê bikişînin ser rewşa Yusuf Yakşî yê li Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Sîncanê. Yusuf Yakşî nexweşê pençeşêrê ye. Yakşî 30 sal in girtî ye. Dema li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê bû nexweş ket.Piştî tahlîlan di 14'ê Teaxa 2019'an de tespît kirin ku di qirika wî de kîtle heye. Yakşî bi nexweşiya pençeşêrê ya qirikê ye. Gelek zor û zahmetiyan dijî. Em ji jiyana wî bi fikar in. Divê bi lez Yakşî serbest berdin."