Bakurê Kurdistanê di binê berfê de ye
Bakurê Kurdistanê di binê berfê de ye
Bakurê Kurdistanê di binê berfê de ye
Berf bandoreke neyînî li jiyana rojane ya Bakurê Kurdistanê dike. Li hin herêman ji ber berfa ev 3 roj in dibare, rêya bi sedan gundan hatin girtin. Ji ber berfa duh bi şev destpêkir jî li hin bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê dibistanan ji bo 2 rojan navber dan perwerdeyê.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji ber berfa dijwar têkiliya bi sedan wargehên li Bakurê Kurdistanê ji hev qut bûne. Li bajarên Amed, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Wan, Agirî, Mûş, Bêdlis, Semsûr, Elezîz, Dêrsim û Êlihê têkiliya bi gundan re qut bû.
Ji ber berfa zêde, li navçeya navendî ya Mêrdînê û navçeya Mîdyadê dibistan ji bo du rojan ketin betlaneyê.
COLEMÊRG-ŞIRNEX-ÇEWLIK
Ji ber berfê rêya bejahî ya navbera Colemêrg-Şirnexê hat girtin. Li her du bajaran têkiliya bi bi dehan gundan re qut bû. Xebatên ji bo vekirina rêyên gundan dewam dikin.
Li Çewlikê, ji ber berfa duh bi şev destpê kir, têkiliya bi gundên li qadên jorîn têkiliya qut bû. Li jorê bajêr berfê bi qasî 50 santÎmetre erd girt. Li navenda bajêr jî berfa destpêkê ya demsalê bariya. Berfê bandoreke neyînî li jiyana rojane ya li navenda bajêr kir. Ekîbên Sekreteriya Giştî ya Îdareya Taybet a Bajêr, xebatên xwe yên ji bo vekirina rêyên gundan dewam dikin.
Li Çewlikê ji ber berfê ji 171 gundên ser bi navendê rêya 118 jê hatin vekirin, rêya 22 gundan hînê girtîne û xebatên ji bo vekirina rê dewam dikin. Li navçeya Çewlikê Azarpêrtê 1, li Dara Hênê 11, li Kanîreşê 5 û li navçeya Solxanê jî 5 gund bi giştî rêya 22 gundan hatin girtin. Muduriyeta Şaxê Xizmetên Ragihandin û Rê ya Îdareya Taybet a Bajêr bi 12 Greyder, 9 dozer, 4 kepçe, 2 makîneya berfavêj, maşîneyeke berf bakirin û 90 personelan bi 11 tîmên cuda xebatên xwe dewam dike.
WAN
Li Wanê, berfa ku ev çend roj in bi navberê dibare, rêya gelek gundan girt. Sekreteriya Giştî ya Îdareya Taybet a Bajêr da xuyakirin ku li navenda Wanê û navçeyên wê bi giştî rêya 51 gundan hatine girtin. Rayedaran diyar kirin ku xebatên ji bo vekirina rêyan bê navber dewam dikin û dê piştî demeke kurt ji nû ve çûn û hatin destpê bike.
Berf û bapûk bi taybetî bandoreke neyînî li trafîka li Derbasoka Kûrûbaş a li bilindahiya 2225'an a li ser rêya Wan-Colemêrgê dike. Ekîbên Muduriyeta Herêma 11 a rêyên bejahî, xebatên xwe yên ji bo vekirina rê li vir dewam dikin.
Ekîbên Muduriyeta Karên Paqijiyê û Karên Fen ên Şaredariya Wanê jî, îro danê sibê li navenda bajêr li herêmên herî zêde trafîka wesayît û mirovan hene, dest bi paqijiya berfê kirin.
LI ELEZÎZ-SÊWAS-DÊRSIM-ERZÎNGANÊ RÊYA 565 GUNDAN GIRTIYE
Berf û bapûk li Sêwasê rêya 10 jê li navendê 433 gundan, li Elezîzê 72, li Dêrsimê 34 û li Erzînganê jî rêya 26 gundan li çûn û hatinê girtin.
Hat hînbûn ku rêya Sûşehrî-Şerefiye-Zara ji ber berf û bapûkê li çûn û hatinê girtiye. Li naveçya Koyûlhîsarê ji ber berfê perwerde ji bo rojekê ket betlaneyê.
Li Mûş û Bêdlisê berfê bandoreke neyînî li jiyana rojane kir. Li Mûşê rêya 28 gundan, li Bêdlisê jî rêya 29 gundan li çûn û hatinê girtiye. Xebatên ekîbên şaredariyê û rêyên bejahî yên ji bo paqijkirina berfê, dewam dikin.
RÊYA SÊRT-ŞIRNEX GIRTÎ YE
Li Sêrtê gundê Dogan ê navçeya Berwarî, gundên Elmali, Yamaçli, Narlikaya yên ser bi navçeya Şêrwanê û gundên Gorendorûk ên navçeya Dihê rêyên wan hatin girtin. Her wiha di rêya Dihê-Şirnexê de jî çûn û hatin asê ma.
Sekreterê Giştî yê îdareya Taybet a Bajêr Recep Guldogan diyar kir ku ji bo vekirina rêyên hatine girtin xebatên wan dewam dikin û got, "Berfê danê sibê bandor li navenda Sêrt navçeyên wê û herêmên bilind ên bajêr kir. Ji ber berfa zêde têkiliya bi gundê Dogan ê navçeya Berwariyê û qada Girê Geçît qut bûye. Her wiha hat hînbûn ku rêyên gundên Elmadali, Yamaçli û Narlikaya yên navçeya Şêrwanê jî danê nîvro hatine girtin. Têkiliya bi gundê Gorendorûk ê navçeya Dihê û qada Bîrînî ya rêya bejahî ya Dihê-Şirnexê qut bûye. Ekîbên ser bi Îdareya Taybet a Bajêr xebatên xwe yên ji bo vekirina rêyên gundan, ji danê sibê ve dewam dikin."