Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) Tûncer Bakirhan li kongreya partiya xwe ya bajarê Agiriyê axivî.
Bakirhan anî ziman ku carna mezlûmbûyîn, cihêbûyîn ji bo wergirtina mafê xwe têrê nake û got, "Nifûsa Kurdan li cîhanê 70 milyon mirov e. Lê belê daxwaz û têkoşîna me ya ji bo mafê xwe gelek caran bi darvekirinê, girtinê û sirgûnê hate tepisandin. Em hînê negihîştine armanca xwe. Em bi hev re şer, zilma li gelên Ûkrayna û Qerebaxê têne kirin, dibînin. Di dema nêz de komkujî û qirkirina li ser doza mafdar a gelê Fîlîstînê yê mezlûm jî tê dîtin. Ev tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku mafdarî ji bo wergirtina mafê xwe têrê nake. Wê demê pêwîstî bi rêxistinbûyînê heye. Hingî divê 70 milyon Kurd bi hev re li dora heman dozê û paşerojê bicivin û bikevin nava hewldanan. Naxwe zilma ku li gelê Fîlîstînê tê kirin dikare bibe qedera me. Mêtinger hovîtiyeke mezin dikin. Welatên mêtinger tekperestiyê li ser etnîk û baweriyên cuda ferz dikin. Dixwazin bibin yek; dixwazin bibin yekane; bi zext, cezakirin, darizandinê hewl didin bêdeng bikin. Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel û hemû hevrêyên me yên girtî, ji ber li mafê xwe digeriyan hatin girtin. Ji ber ku gotin, 'Em Kurd in, dixwazin bibin welatiyên wekhev' lewma hatin girtin."
Bakirhan anî ziman ku Rojhilata Navîn veguheriyeke qada şerekî giran û got, "Ev şer bandorê li me Kurdan jî dike. Yên ku li ser Fîlîstînê rondikên tîmsahî dibarînin, yên ku qala ummet û Îslamiyetê dikin, li Rojava zarokên me qetil dikin, jinan qetil dikin, qadên jiyanê tune dikin. Roj nîne ku li Rojava li serê gelê Kurd bombe nayên barandin. Ev yek çi nîşanî me dide? Ev desthilatdarî û sîstem ne alîgirê maf e, li dijî Kurdan e, li dijî Kurdstan di nava têkoşînekê de ye."
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
Di dewama axaftina xwe de Tûncer Bakirhan got, "Dibêjin, gelo Kurd çi dixwazin. Ji wan heye ku bi girtina me wê karibin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ji wan heye ku bi koçberkirina me wê karibin pirsgirêka Kurd çareser bikin."
Bakirhan got, "Çareserkirina pirsgirêka Kurd hêsan e. Beriya her tiştî divê hûn dest ji nêzîkatiya înkarê berdin. Beriya her tiştî divê hûn tecrîda li ser Birêz Ocalan rakin ku gelê Kurd wî weke îradeya xwe dibîne û pêşengê danûstandinên Pêngava Çareseriyê bû."
'HETA KU STATUYA KURDAN NEYÊ NASKIRIN, KRÎZ ÇARESER NABE'
Bakirhan diyar kir ku krîzên li Tirkiyeyê bi hêsanî dikarin çareser bibin û got, "Ji bo vê jî hûn ê statuya Kurdan nas bikin, bi nêzîkatiyeke çareseriyê tevbigerin, qeyûm li ser îradeya Kurdan tayîn nekin, dest ji girtinên siyasî berdin, girtiyan vala bikin, Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê biguherînin."