Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Azadiya fikir û çapemeniyê di sala 2019'an de nehate hiştin

Pêkanînên Rewşa Awarte di sala 2019'an de jî dewam kir. Azadiya çapemeniyê hema bêjin qet nema: zêdeyî 100 rojnamevan li girtîgehê ne, bi sedan kes ji ber parvekirinên xwe yên li medya civakî ketin ber lêpirsînê û girtin.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû dema ku rexne li rojnamevanan kir got, "Dixwazim dest ji her tiştî berdim û bibim rojnamevanek" û îdîa kir ku li Tirkiyeyê "rojnamevanên lêkolîner" nîne.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Soylû û hikumeta ku ew di xizmeta wê de ye, îdîa dike ku li Tirkiyeyê kes ji ber rojnamevaniyê yan jî azadiya fikir nehatiye darizandin an jî girtin.

Di dema ku Soylû dixwest bibe rojnamevan de rojnamevan Azîz Orûç bi îdîayên derew ên medya Wezareta Karên Hundir weke "terorîst" hate ragihandin û girtin.

Di destpêka meha Kanûnê de jî nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Sadiye Eser û Sadik Topaloglû bi "îfadeyên şahidên nepen" bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin.

Li gorî daneyên Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê ku di 4'ê Kanûna 2019'an de hatin nûkirin, li girtîgehan 110 rojnamevan û xebatkarên medyayê hene. Li gorî daxuyaniya 4'ê Kanûnê ya Însiyatîfa Rojnamevanên Azad jî herî kêm 139 rojnamevan girtî ne.

Rojnamevanên Sînornenas jî di nava 180 welatan de di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Dinyayê de Tirkiye di rêza 157'an de ragihand. Ev dane gotinên 'rojnamevan nemane' yên Soylû bi rengekî dramatîk piştrast dikin. Ya ku eşkere bû ku derewe gotina 'kes ji ber rojnamevaniyê û azadiya fikir nehatiye darizandin' bû.

Ji edîtorên Platforma Bêdeng Nebe Kultîgîn Kagan Akbûlût got, "Sala 2019'an di nava şert û mercên Rewşa Awarte de derbas bû. Bi navê platforma bêdeng nebe em sansurê û astengiya azadiya fikir di çarçoveyeke berfireh de dinirxînin. Astengiya çapemeniyê, zextgên madî, hedefkirin, derxistina ji kar, qedexeya weşanê. Desthilatdariyê bi vî rengî îsal jî dest li azadiya fikir werda."

Edîtorê Fasîkul a Jêrnivîsê ya Kovara Sînema ya Jêrnivîsê Firat Yucel der barê sala 2019'an de got, "Di sala 2019'an de dozên di navbera salên 2015 û 2018'an de li dijî sînemageran dest pê kiribûn bi encam bûn. Biryarên hatin wergirtin nîşan dan ku em di nava rejîmeke welê ya hiqûqê de ne ku nîşankirina dokûmanteran jî sûce. Ji ber dokûmantera Nû Jîn derhêner Veysî Altay û midûrê Sînemaya Yilmaz Guney a Êlihê Dîcle Anter, ji ber dokûmantera Bakur derhêner Çayan Demîrel û Ertûgrûl Mavîoglû bi cezayên girtîgehê hatin cezakirin."

Yucel ragihand ku şêweyê sansurê di sala 2019'an de guherî û got, "Li şûna qedexekirina nîşandanê bi cezakirina hiqûqî re otosansur mezin bû."