Ayhan: Li gor Tirkiyeyê li dijê DAIŞ’ê şer sûc e

Ayhan: Li gor Tirkiyeyê li dijê DAIŞ’ê şer sûc e

Parlamenterê Riha yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan 4 berxwedêrên Kobanê yên bi awayekî fermî hatin Tirkiyeyê û dema dihatin dermankirin hatin girtin ziyaret kir. Ayhan xwest birîndarên ku pêwîst re bên emeliyatkirin werin berdan û got, “Şerê wan ê li hember DAIŞ’ê li gor Tirkiyeyê sûc tê hesibandin.”

6 Kobaniyên dema li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikirin birîndar bûn û ji bo tedawiyê di rêyên fermî de anîn nexweşxaneyê, 2’ê Kanûnê di mala dihatin dermankirin hatin binçavkirin. Ji birîndaran Xalit Ehmet, Heybet Hesen, Seyîtxan Baydar, Harûn Açik û xwediyê malê Mustafa Çîçek li Edliyeya Riha bi îdîaya, “endamên rêxistinê ne” hatibûn girtin. Parlamenterê Riha yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan û Parlamentera Serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Riha birîndar ziyaret kirin. Ayhan û Tugluk piştî serdanê daxuyanî dan.

‘LI HEMBER DAIŞ’Ê ŞER SÛC E’

Îbrahîm Ayhan girtina rû daye wek bêhiqûqî û dijminatiyê terîf kir û got ku ji aliyekî ve DAIŞ êrîş dike ji aliyê din ve jî Tirkiye digire. Ayhan wiha dewam kir, “Divê dest ji vê dijminatiyê berdin. Ev birîndar in û di nav wan de kesên ku divê bên emeliyatkirin hene. Di nav şert û mercên zehmet de ne. Tevî ku ti pirsgirêkên wan bi qanûnên Tirkiyeyê re nîn in jî bi îdîaya, “endamtiya rêxistinê” hatine girtin. Şerê wan ê li hember DAIŞ ji aliyê Tirkiyeyê ve wek sûc tê dîtin. Di aliyê siyasî de em ê bibin şopdarê wê. Divê tavilê bên berdan. Berevajî wê pirsgirêkên cidî bi xwe re bîne. Divê Tirkiye bi vî awayî dest ji piştgiriya DAIŞ re berde."