Aydogdû: Ozgur Gundem yek ji wan saziyên kêmpeyda ye ku rasteqîniyan dide
Gulîstan Aydogdû ku îro rêveberiya weşanê ya nobedar a Ozgur Gundemê dewr girt rexne li polîtîkayên dîktatoriyê yên AKP’ê anî û got, "Ev tim Hîtler bi bîr tînin."
Gulîstan Aydogdû ku îro rêveberiya weşanê ya nobedar a Ozgur Gundemê dewr girt rexne li polîtîkayên dîktatoriyê yên AKP’ê anî û got, "Ev tim Hîtler bi bîr tînin."
Kampanyaya "Rêveberiya Weşanê ya Giştî" ya ku bi mebesta piştevaniya li Ozgur Gundemê, ku tim hedef e ji zext û zordariyan re, hatî destpêkirin rojnamevan û endama LGBTÎ’yê Gulîstan Aydogdû dewr girt. Aydogdû ya ku li Salfasola ku mehane weşana xwe didomîne, karê xwe dike, tevlî civîna rojane ya Ozgur Gundemê bû û pêşniyarên xwe kirin.
Aydogdû diyar kir Ozgur Gundem yek ji wan rojnameyên kêmpeyda ye ku rasteqînyan vedibêje û bal kişande ser zextên li ser çapemeniyê: "Ji medya dewletê heye, ku her tişt xweş e, bi kêf û şahî bi rê ve diçe. Û li gorî wan, hin kes hewl didin provokasyonê bikin û vê rewşê ji holê rakin. Di van rojnameyan de der barê şer û zextan de tiştek nîn e. Rojnamevanî hatiye ber qedînê. Ev Hîtler bi bîra min tînin."
Aydogdû der barê pêvajoyê jî axivî û got, "Ez bang li wan mirovan dikim ku li rojava dijîn. Nebêjin, 'ev şer nagihe min. Faşîzm digihije her kesî."