Aydogan sevkiyata çekan a Sûriyê ji Erdogan pirsî

Aydogan sevkiyata çekan a Sûriyê ji Erdogan pirsî

Parlementera BDP’ê a Amedê Nursel Aydogan  di pêşniyar nameya ku li ser bersivdana Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan daye, sevikiyata çekan ku ji Tirkiyê ji bo çeteyan tê kirin pirsî.

Aydogan ku bal kişande ser şerê hindir ku ji sala 2011’an ve li Sûriyê destpê kiriye û sevkiyata çekan a ku ji bo çeteyan di ser Tirkiyê re tê kirin û wiha got: “Di nava zanyariyên ku demekî nêz de ketine çapemeniyê agahiyên ku ji aliyê Tirkiyê ve embargoya çekan daniye ser Sûriyê lê derket holê ku sevkiyata çekan tê kirin.

Li gorî îdîayan; Di nava sala 2013’an de ku ji gûmrikên Neteweyên Yekbûyî hatiye, kiryarekî din hatiye destpê kirin û di cîhanê de hemû bazirganî-Îthalat yên ku tên kirin girêdayî departmanina îstatîstîk, li ser serçêkera Bazirganiya Mal tê çêkirin ji meha Mijdarê şûnde dîsan Bazirganiya Mal li ser malperan dest bi belav bûnê kiriye. Di malpera ku qala gotinê ye di bin sergotara  ku weke qodê navnetewî ‘93’ di bin navê ‘çek û cebilxaneyan de’ Sûriyeya ku ji aliyê Tirkiyê ve embargo daniye ser ji meha Tîrmeha 2013’an ve hat îdîa kirin ku 47 ton çek û cebilxane hatiye şandin.”

Li ser îdiayan li gel agahiyên ji NY’yî hatine ji raporên malpera Saziya Îstatîstik a Tirkiyê (TUÎK) ku derdikeve li ser pirsnameya Aldogan ev pirsane derdikevin:

Ji meha Tirmeha 2013’an ve li rexmê embargoya çekan ku tê îdîakirin ji bo Sûriyê her meh sevkiyata çekan tê kirin xebera Wezareta me jê heye? Ger jê hebe wê li ser van îdîayan lêkolînekê bide destpê kirin?

Li gorî serçêkera agahiyan a NY’ê sevkiyata çekan a ji Tirkiyê bû Sûriyê ji meha Tîrmehê ve destpê kiriye? Sedema sevkiyata çekan a ji bo Sûriyê ku ji meha Tîrmehê ve destpê kirye çiye?

Li rexmê embargoya ku ji aliyê hikûmeta me ve hatiye danîna ser Sûriyê ji meha Tîrmeha 2013’an ve çi girêdana xwe bi sevkiyata çekan heye? Ger ti girêdanekî xwe tinebe wê demê heya niha li ser van îdîayan ti lêkolînek hatiye destpê kirin?

Weke hikûmet hun dizanin ku ev sevkiyate li Sûriyê ji bo kê hatiye kirin? Ger hûn nizanin wê demê agahiyên Bazirganiya Mal a Neteweyên Yekbûyî li gorî kîjan agahiyan dibêjin ji aliyê Tirkiyê ve sevkiyata çekan ji bo Sûriyê hatiye kirin û li  ser malpera xwe weşandiye? Sedema ku heya niha hikûmeta me ev îdîayane ne direwandine çiye?

Sevkiyata çekan a ku ji Cotmeha 2013 ve dewam dike hun di fikirin ku pêşî lê bigirin?

Hikûmeta me difikire ku li ser agahiyên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve a di derbarê sevkiyata çekan de wê lêpirsînekî bide destpê kirin? Ger hûn na fikirin wê demê hinceta vê yekê çiye?