Dîrokzan nivîskar Erdogan Aydin, rêzefilmê “Muhteşem Yuzyil” ku bûye hedefa Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan, her wiha rexneyên ji aliyê dîrok, siyaset û desthilatê ve tê wateya “tu kes nikare xanedanekî ku desthilatdariyê ji bav derbazî kur dibe lêpirsîn bike, bicivakê didin ferzkirin.” Aydin diyarkir ku, “Kesên dixwazin dîrokê bizanin neçarin dîrokê lêkolîn bikin.” Aydin ji bo qesra Osmaniyan got, “Qesrekî bi temamî ji Balkanan pêk dihat, teşkîlatekî ya ji zarokên ku bi zorê hatine desteser kirin avakirine.”Aydin destnîşan kir ku, dema Qanûnî “Demên ku komkujiyên herî mezin li Anadolûyê çêbûyî ne.”
Rêze filmê “Muhteşem Yuzyil” yê dema padîşahê Osmaniyan Qanûnî Sultan Suleyman vegotin dike dîsan di rojevê de ye. Vê carê rêze film bi hedef nîşankirina Serokwezîrê Tirk Erdogan kete rojevê. Erdogan got, “30 salên Qanûnî li ser pişta hesp derbazbûye. Ez ez derhênerên wî rêzefilm û xwediyê televîzyonê jî şermezar dikim.” Piştî vê daxuyaniya Erdogan, AKP’ê got, “dîrok tê berovajî kirin” dest bi amadekirina zagonekî qedexekirina filman kir.
Dîrokzan nivîskar Erdogan Aydin, di derbarê rêze filmê “Muhteşem Yuzyil” ku bi daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Erdogan dîsan hate rojevê pirsên ANF’ê bersivdan.
‘YÊN BIXWAZIN DÎROKÊ BIZANIN NEÇARIN DÎROKÊ LÊKOLÎN BIKIN’
Aydin hişyariya, kesên bixwazin dîrokê hînbibin neçarin dîrokê lêkolîn bikin kir û got; “Ji rêzefilmek yê televîzyonê, yan ji romanekê yan jî ji berhemek yê hunerê mirov li benda rastiya dîrokê be, tenê ev dikare bibe dîtina kesên di cîhana xeyalan de jiyan dikin. Bêgûman berhemek yê hunerê, sehneyek ya dîrokê bikartîne û xwediyê wî mafiye ku bikare bileyîze. Kesên bixwazin dîrokê bizanin neçarin dîrokê lêkolîn bikin.”
‘ERDOGAN LI SER DANEYÊN DÎROKA HATIYE BEROVAJÎ KIRIN DÎROKÊ TÊDIGEHE’
Aydin destnîşan dike ku, wateya ku li rêzefilm hatiye kirin, hatiye mezin kirin û wiha dibêje: “Ji rêzefilmekê rastiya dîrokê hêvî kirin û bitaybet ji dîroka fermî ya di pirtûkan de, pêwîste were zanîn ku ew kesin yên ku herî zêde bi awayek sîstematîk dîrokê berovajî dikin. Ji ber vê sedemê gotina Serokwezîr ya dibêje, ‘Min Qanûnî wisan ne dizanî’ di rastiya xwe de vê dîroka hatiye berovajî kirin li ser daneyan dinirxîne.”
‘QESRA OSMANIYAN, QESREKÎ JI TEŞKÎLATAN PÊKHATIYE’
Dîrokzan nivîskar Aydin di wê fikrê de ye ku, dîrokek ya Osmaniyan ya ku gelê Anadolûyê lê xwedî derkeve tuneye. Li gorî Aydin qesra Osmaniyan, “Qesrekî bi temamî ji Balkanan pêk dihat, teşkîlatekî ya ji zarokên ku bi zorê hatine desteser kirin avakirine.”
Aydin da zanîn ku, gelê Anadolûyê ji bo qesrê di hat wateya “yê girêdayî bacê dihatin kirin, ger îtîraz kiriban dihatin perçiqandin, surgun dikirin” ji vê zêdetir tu wateya wan tune bû. Aydin got: “Dema mirov di vî alî de lê temaşe dike, îro hewil didin gel weke Osmaniyan lê bikin, ev biyanîbûneke hem li hember rastiya dîrokê û hem jî berjewendiyên civakê yên mewcût.”
‘DEMÊ QANÛNÎ, DEMÊ KOMKUJIYÊN HERÎ MEZINE’
“Demê Qanûnî heman demê de bêy ku xwe ji kuştina 2 zarokên xwe 6 neviyên xwe bide paş, berjewendiyên qesrê û desthilatdariyê diparêze, her wiha dîrokekî ku mirov zehmet xwe lê bike xwediye. Ger dema ku mirov di vî alî de lê temaşe bike, mirov dikare gelek rexneyan li rêzefilm bike, lê belê heya ku mirov were rêzefilm, di wê baweriyê de me ku pêwîste pirtûkên dersê yên dîroka fermî ya Tirkiyeyê bêne rexne kirin û lêpirsîn kirin.”
Aydin da zanîn ku, di rêze film de hinek rastî jî hene û mînakên wiha dan:
“Weke ku di beşên bêt de Pargali Îbrahîm ji ne tutiştekê dê bê kuştin. Di serî de weke di qesrên Bîzans, Îngilîz û Fransayê de çêbûyî, di qesrên Osmaniyan de jî leyîstok, komplo rastiyê didin nîşakirin. Ji xwe hemû şerê Osmaniyan şerê berfirehbûnê ye. Şerekî ji bo parastina welat nîne. Tiştek wisa di rêze filme de nîne ku, mirov bêje dîroka sîstematîk berovajî kiriye. Tişta ez dixwazim bêjim, mirov ji rêzefilmên wisan nikare dîrokê fêr bibe. Ji dîrokê wêdetir pêwîste mirov vê bêje: Di rastiyê de dîrok di eksena Tirk-Îslam de di konsepta fermî de tevgera dike. mînak, di rêzefilm de kesê ne Misilman be xirab didin nîşa kirin.”
‘HEMÛ HÊZÊN MÊTÎNGER BEHSA DÎROKÊ DIKIN’
Dîrokzan nivîskar Erdogan Aydin aşkera kir ku, rexneyên ji aliyê dîrok, siyaset û desthilatê ve tên kirin tên wateya “tu kes nikare xanedanekî ku desthilatdariya wê ya ji bav derbazî kur dibe lêpirsîn bike, bicivakê bidin ferzkirin, nêzîkatiyek wisan heye.” Ev ferzkirin feraseta kesên ku îro demokrasiyê ji gelê Tirkiyeyê re luks dimînin. Her dawî Aydin ev nirxandin kir: “ Ji ber ku yên rexnekirina desthilatdariya ji bav derbazî kur dibe jî qedexe dikin û di roja me de hewil didin di van mijaran de zagonan amade bikin, tê wateya hemû mafên, giştîbûnê, pir partîbûyînê, azadiya fikir, hemwelatiyên wekhev, cûdahiya mirovan ya ji hev û rexnekirina desthilatdariyê ji holê radike. Her wiha tişta ku dixwazin li ser dîrokê bikin, kesên îro li ser desthilatê ne hewil didin tişta ku bixwazin bikin, hewayekî siyasî û çandî yên ku tu kes nekare wana rexne bike ava bikin. Di rastiyê de hemû muhefezekar, hemû hêzên yekşeklî û mêtînger ku ew qas behsa dîrokê dikin, çavkaniya xwe ji wê yekê digire ku şekil bide civak û ciwanên civakê.”