Li Buroya Peywendiyên Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî destgîrkirina aktivîstên TJA, rojnamevan, endamên şaredariyê, rêveberên rêxistinên civaka sivîl û endamên jin ên wê yên di operasyona qirkirina siyasî ya vê sibehê li Amedê de civîneke ya çapameniyê hate kirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdil Ûgûrlû, Parlementerên HDP’ê Dersim Dag, Remziya Tosûn û Feleknas Ûca tevlî civîna ku bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a HDP’ê de pêk hat.
‘HETA DAWIYÊ EM Ê TÊBIKOŞIN’
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz di civînê de axivî û diyar kir ku Tevgera Jina Azad tevgereke ji bo hemû cîhan û Rojhilata Navîn a çavkaniya îlhamê ye û got: “Bûna çavkaniyeke îlhamê ya tevgera jinê, desthilta faşîst tirsand. Di serdegirtina îro de derî şikandin, bê hiqûqî hevalên me destgîrkirin. Desthilata AKP-MHP2ê dixwaze tenê dengek hebe. Îro jin li dijî vê pêkanînên faşîzan li têkoşînê dike.
Aydenîz bal kişand ser têkoşîna jinê ya mezin dibe û wiha pêde çû: “Tevgera Jina Azad ne kesî, ne sazîyek sîstemek e. Tevgera Jina Azad li gel jiyana azad û wekhev e. Sîstema faşîst jî ne jinê û ne jî demokrasiyê nas dike. Têkoşîna jinê sîstemek e. Em jî parçeyeke ji wê sîstemê ne. Tevgera Jina Azad ne bi tenê ye. Bi cesaret her rojê gav davêje û mezin dibe. Tevgera Jina Azad û tevgera azadiya Kurd wê heta dawiyê têbikoşe û mezin bike.”
‘DIVÊ JINÊN KU JI BO CÎHANÊ BÛNE ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ BI TENÊ NEYÊN HIŞTIN’
Aydenîz bîbr xist ku wê jin dev ji têkoşînê bernedin û gav bi şûn ve neavêjin û ev peyam da: “Jinan bi berdêlên mezin û têkoşîna mezin deskeftî bi dest xistiye. Ji bo vê rêya mezinkirin û mayîndekirina vê bi rê û rêbazên wê, wê têkoşîn bike, li gel hev cih bigiire, li kolan, sazî, meclîs û li her qada jiyanê têkoşînê bidomîne; qet gav bi şûn ve navêje, divê her kes jî vê wiha bizane. Divê jinên Kurd ên ji bo cîhanê bûne çavkaniya îlhamê bi tenê neyê hiştin. Êrîşên li ser jinên Kurd tê wateya êrîşên li ser tevgerên jinê yên Tirkiye û cîhanê. Em ê li ber van êrîşan tim rawestin. Ji ber ku em xwedî mîrasekî mezin in. Em mîrasê Rosayan, Clara Zetkîn, Sakîne Cansizan hildigirin. Em ê xwedî li vî mîrasî derkevîn û berxwedana xwe ya li kolanan jî bidomîni.”