Aydar: Pêwîstiya me bi stratejiyeke neteweyî heye

"Her partî dikare bi serê xwe polîtîka ya jî dîplomasiyê bike. Lê belê çarçoveyek ji vê re divê. Pêwîste her kes bi hin pîvanan ve girêdayî bin û di meseleya neteweyî de koordîneyî bin. Ji bo vê jî pêwîstiya me bi stratejiyeke neteweyî heye."

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku çend roj berê 18. civata xwe ya giştî pêk anî, ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî biryarên girîng da. Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar li ser girîngiya yekîtiya neteweyî û biryarên KNK'ê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Aydar diyar kir ku yekîtiya neteweyî ji bo hemû gelan girîng e û ji bo Kurdan di asta jiyanê de hîn girîngtir e.

Aydar bi bîr xist ku Kurdistan bi çar parçeyan hatiye parçekirin û got, "Gel bi xwe hatiye parçekirin û di rewşeke wiha de jî sekin li dijminên Kurdan nabe. Cudahiya navbera parçeyan, eşîran, zaravayan, bawerî û mezheban bi kar tîne û bi vî rengî Kurdan ji hev parçe dike. Stratejiyeke daîmî ya dijmin heye. Lewma pirsgirêka yekîtiyê ya Kurdan her tim heye."

Aydar işaret bi şerê heyî yê li herêmê kir û anî ziman ku ew vî şerî weke 3. Şerê Cîhanê bi nav dikin û got, "Ev şer li Rojhilata Navîn diqewime ku di navenda wê de jî Kurdistan heye. Her kes li wir e. Dema ku mirov ji vir ve lê dinerin, dibînin ku Kurd parçe bûne, ji stratejiyeke hevpar a neteweyî bêpar in û her parçe li gorî xwe tevdigere. Ji ber vê yekê Belgeya Stratejiya Neteweyî ya ku KNK'ê eşkere kir, di asta jiyanê de girîng e. Her partî, her rêxistin dikare bi serê xwe polîtîka ya jî dîplomasiyê bike. Lê belê çarçoveyek ji vê re divê. Pêwîste her kes bi hin pîvanan ve girêdayî bin û di meseleya neteweyî de koordîneyî bin. Ji bo vê jî pêwîstiya me bi stratejiyeke neteweyî heye. Bi tena serê xwe têrê nake. Divê stratejiya neteweyî hebe, li gel stratejiya neteweyî yekîtiya hêzan hebe, hêzên parastinê di bin fermandariyekê de bigihêjin hev, dîplomasî ji navendekê bê meşandin û çavkaniyên aboriyê bi rengekî hevseng û wekhev werin belavkirin."

Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Aydar diyar kir ku ev hemû girîng in, lê belê ya herî girîng stratejiyeke li ser esasê yekîtiya neteweyî ye.

Aydar got, "Pêwîstî bi organeke ku vê stratejiyê bi rê ve bibe, bi navendên biryardanê ku dîplomasiya neteweyî, koordînasyona parastina neteweyî bimeşîne heye. Ev her sê qad gelekî girîng in. Di nava mercên heyî yê 3. Şerê Cîhanê de eger em karibin vê bikin, eger em bi rastî karibin li hundir û derve gavan biavêjin, hingî em ê li cîhanê bên dîtin. Kes wê nikaribe êrîşî me bike. Potansiyle û derfeta Kurdan heye. Divê em vê rastiyê bibînin û di vê demê de yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin."