Aydar: Heke em bibin yek, em dikarin pêşiya qirkirinan bigirin!

Aydar diyar kir ku Rojhilata Navîn û Kurdistan ji pêvajoyeke girîng derbas dibe û got, “Dijminên Kurdan li dijî gelê me planan dikin. Rejîma Îranê Kurdan qetil dike. Ev qetlîam bi yekîtiyê dikare were sekinandin.”

Bi komxebata Konferansa Neteweyî ya 1’emîn a ku KNK’ê di meha Tîrmehê de li Silêmaniyê li dar xistibû, xebatên yekîtiya neteweyî jî gurtir bû. Xebatên komxebata yekîtiya neteweyî ya ku wê li Ewrûpayê were lidarxistin jî, hate destpêkirin. Wê komxebata KNK’ê vê carê jî li Rojhilat were destpêkirin. 

Têkildarî xebatên amadekirina komxebata ku wê 25 partî û 200 kes beşdar bibin, Endamê Konseya KNK’ê Zubeyîr Aydar ji ANF’ê re axivî.

‘DIVÊ EM FIRSENDÊN DÎROKÎ BI KAR BÎNIN’

Endamê KNK’ê Aydar diyar kir ku pêdiviya Kurdan bi yekîtî û bihevrebûnê heye û got, “Gelê Kurd di pêvajoyeke krîtîk de ye. Firsendên mezin jî hene, xetereyên mezin jî hene. Dijminên Kurdan li dijî me planan dikin. Ji ber vê jî divê Kurd bibin yek. Kêmasiyeke mezin e em nikarin werin ba hev.”
Aydar got ku, “Di Tîrmeha borî de li Silêmaniyê bi beşdariya gelek partî û kesan me komxebatek li dar xist. Li vê derê biryarek hat dayîn ku ji bo yekîtiya neteweyî komxebatên cihê werin lidarxistin, piştre jî komxebateke mezin were lidarxistin û komîteyek were avakirin. Niha xebatên wan tên kirin.”

‘AMADEKARÎ QEDIYAN’

Aydar diyar kir ku wê berê komxebata Rojhilatê Kurdistanê were kirin û got, “Di 16-17’ê Îlonê de wê ji bo Rojhilat li Swêdê komxebatek were lidarxistin. Ji bo komxebatên Başûr, Bakur û Rojava jî xebat didomin. Wê komxebata Ewrûpayê jî di 13’ê Cotmehê de were kirin. Xebateke wekî vê, li Rûsyayê jî tê kirin.

Heyeta ku  di nav wan de hevserokên KNK’ê, nûnerên YNK’ê hene li Başûrê Kurdistanê, Fransa, Hollanda, Swêd û Norwecê çûn serdana gelek partî û rêxistinên wekî Komala, PDKÎ, Komala Şoreşgerî Zehmetkêşanê Kurdistanê. Ji xeynî vêya 25 partî û 200 kes hatin vexwendin. Hêviya me ev e ku, ev komxebat xizmetê ji Rojhilatê Kurdistanê bike.”

‘EZ BANG LI GELÊ KURDISTANÊ DIKIM KI PIŞTGIRIYA BANÊ BIKIN’

Endamê Konseya KNK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku rejîma Îranê li dijî gelê Kurd qetlîaman dike û ev jî bi têkoşînê pêşiya wê dikare were girtin û got, “Di pêvajoyeke wisa de lidarxistina komxebata Rojhilat gelekî girîng e. Rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê nahêle ku gelê me mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û gelê me qir dike. Ev rewş nayê qebûlkirin. Gelê me li dijî van qetlîaman li Banê çalakiyan li dar dixe. Em gelê Banê yê berxwedêr silav dikin. Ez bang li gelê Kurdistanê dikim ku piştgiriya Banê bikin. Bi yekîtiyê em dikarin pêşiya van qirkirinan bigirin. Ji ber vê jî wê girîng be ku em werin ba hev û hin biryaran bidin.”