Aydar: Dewleta Tirk hewl dide Kurdan ji holê rake

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar ji rojnameya Yewnan Demokratîa re axivî û got, "Polîtîkaya heyî ya Tirkiyeyê li ser tunekirinê ye. Bi guhertina demografiyê hewl dide Kurdan ji holê rake."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar ji rojnameya Yewnan a bi navê Demokratîa re axivî.

NETEWEPERESTIYA TIRK QIRKIRINÊ LI KURDAN FERZ DIKE

Aydar diyar kir ku desthilatdariya heyî ya li Tirkiyeyê ji AKP a Osmanî-Îslamî ya radîkal, MHP a Ergenekonî û Îttîhatperest û Kemalîstên neteweperest pêk tê û got, "Neteweperestiya Tirk a sosyal-darwînîst ku di nav de rengê Îslamî jî heye qirkirinê li Kurdan ferz dike. Ya ku li Kurdan tê kirin polîtîkaya qirkirinê ye. Em bi vî rengî lê dinerin û li dijî vê têkoşîna xwe didomînin."

Aydar bi bîr xist, Tirkiye bi cîranekî xwe re jî li hev nake, pê re şer dike û got, "Li hundir û derve li dijî Kurdan şer dike. Em di nava şerekî giran de ne. Li Rojava, li Başûrê Kurdistanê, li Iraqê û Sûriyeyê, li Tirkiyeyê û li Bakurê Kurdistanê em di nava şerekî giran de ne. Lê belê Tirkiye bi vê namîne. Destekî xwe dirêjî Lîbyayê dike, li wir jî polîtîkayeke Osmanî ya nû dimeşîne, her wiha dest diavêje nakokiya navbera Azerbaycan û Ermenistanê, li wir jî bi Azeriyan re tetbîqata leşkerî dike. Li aliyê din li Kendavê, Qatarê, Yemenê, Somalî û Sûdanê polîtîkayên şer ên bi pirsgirêk li her derê belav dike û pirsgirêkan bêhtir dixitimîne."

TIRKIYE DIXWAZE STATUYA 12 GIRAVÊN LI DERYA SPÎ JI NÛ VE BIXE ROJEVÊ

Aydar anî ziman ku Tirkiyeyê niha berê xwe daye Rojhilatê Derya Spî, Qibris û Yewnanistanê û got, "Pirsgirêka li Rojhilatê Derya Spî, li Qibris û Egeyê cidî ye. Pêwendiya xwe bi polîtîkaya belavkariya Tirkiyeyê heye. Erdogan ji xwe beriya niha yên ku mohra xwe danîn binê peymana Lozanê rexne dikir, digot, 'Li Lozanê beşeke mezin a xaka me ji destê me girtin, em vê qebûl nakin'. Beriya sê, çar rojan Bahçelî (şirîkê desthilatdariyê ye, gelek tiştên ku hikumet dixwaze bike ji devê wî tê ser ziman) diyar kir 'statuya 12 giravan, yanî yên ku Îtalyanan bi peymanê radestî Yewnanistanê kirin ji nû ve bê nirxandin, ew giravên Tirkiyeyê ne'.

Eger Bahçelî dibêje, hingî ev mesele cidî ye. Divê her kes cidî bibîne. Yanî mesele ji gaz û petrolê wêdetir e. Ya rast, Tirkiye dikare bi Qibrisê, Yewnanistanê û welatên din re diyalogeke bi hêsanî çêbike, pirsgirêkan bi hêsanî çareser bike. Lê belê Tirkiye naxwaze xwe bide ber vê yekê. Niha xwe bi hêz dibîne û yê li hemberî xwe jî lawaz dibîne. Qibris û Yewnanistanê lawaz dibîne. Dibêje 'Bi hewldaneke ji nişka ve ez ê qada xwe berfireh bikim'. Li pey wê yekê ye ku dest deyne ser giravên nêzî Anatoliyê ne. Mesele pêwendiya xwe bi polîtîkaya belavbûnê ya dewleta Tirk re heye."

ERDOGAN MÎNA HEMÛ DÎKTATORAN TEVDIGERE

Aydar destnîşan kir ku mîna dîktatoran hemûyan Erdogan wê qîma xwe bi ya hundir neyne, wê êrişî derdora xwe bike û bi bîr xist ku Saddam jî li hundir êrişî Kurdan kir û bi çekên kîmyewî komkujiyên mezin kir."

'DIVÊ KES BÊDENG NEMÎNE'

Aydar destnîşan kir kir ku Yekîtiya Ewropa û cîhan bi koçberî û DAÎŞ'ê hate tehdîtkirin, lewma divê kes li pêşberî vê yekê bêdeng nemîne û diyar kir, dîktatorên bi vî rengî dema ku li hemberî xwe hêzek dîtin, hingî gavê paşve diavêjin.

Aydar bi dewamî got, "Polîtîkaya niha ya Tirkiyeyê li ser tunekirinê ye, yanî polîtîkayeke sosyal-darvînîst e. Li ser tunebûna me polîtîkayê dimeşînin, bi guhertina demografîk hewl dide Kurdan ji holê rake. Bi zîhniyeteke bi vî rengî re aştî nabe. Bi rêveberiya heyî re em ne li benda çareseriyeke siyasî ne, weke tevger em ne li benda tiştekî wiha ne. Sekna me ew e ku li dijî van êrişan xwe hîn bêhtir bikin hêz û di her astê de xwe biparêzin."