Awûstûrya: Endametiya Tirkiyeyê ne pêkan e

Serokwezîrê Awûstûryayê Chrîstîan Kern destnîşan kir, ku endametiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê ne pêkan e.

Serokwezîrê Awûstûryayê Chrîstîan Kern ji rojnameya Frankfûrter Allgemeîne Zeîtûng a Elman re axivî û got, "Pêwîste Tirkiye ber bi Ewropayê ve gavê bavêje."

Chrîstîan Kern destnîşan kir, ku Yekîtiya Ewropa ji aliyê aboriyê ve bi Tirkiyeyê ve ne girêdayî ye, berevajî Tirkiye girêdayî Ewropayê ye û got, "Tirkiye ji gelek aliyan ve bi Ewropa û cîhana rojava ve girêdayî ye. Di mijara penaberan de jî, berevajî gotinên hin kesan, em zêde bi Tirkiyeyê ve ne girêdayî ne. Piraniya razemeniyên yekser li Tirkiyeyê tên kirin, ji cîhana rojava tê kirin. Li gorî van agahiyan, tê dîtin ku eger cîhana rojava xwe vekişîne wê Tirkiye bikeve nava rewşeke çawa."