Awûstralyayî jî xwedî li HDP’ê der ket
Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê êrîşên qirkirina siyasî ya li ser gelê Kurd û HDP’ê hate protestokirin.
Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê êrîşên qirkirina siyasî ya li ser gelê Kurd û HDP’ê hate protestokirin.
Operasyonên qirkirina siyasî ya li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê dewam dike. Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Vîctorîa (NAV-DEM) ve hate organîzekirin di roja 2’emîn de nêzî 500 kes daketin kolanan.
Nûnerê Sendîka Tîm Godman ê ku xîtabî gelê ku li pêşberî Pirtûkxaneya Eyaletê kir û wiha got: “Li pêşberî faşîzma li Tirkiyeyê tê meşandin rawestan yek ji erka herî girîng a mirvahiyê ye, diyar kir ku wê piştgiryê bidin HDP’ê. Godman banga hestyariyê li sendîkayên li Awûstralyayê jî kir.
Parlementera Patiya Keskan a Avûstûralyayê Nîne Spîngle jî di çalakiyê de axivî, diyar kir ku ji bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin bi fikar in, daxwaz kiri ku divê demildest siyasetmedarên ku hatin girtin bên berdan.
Girse, ji pêşiya pirtûkxaneyê heta Qada Federesyonê meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Em HDP’yî ne” û “ Kujer Erdogan” hatin qîrkirin.
Di çalakiyê de banga beşdariyê li çalakiya protestoyê ya ku wê roja Sêşemê li pêşiya Parlementoya Eyaletê bê li dar xistin kir.