Awir zîvirîn ser Geziyê

Awir zîvirîn ser Geziyê

Piştî hevdîtina komek ji berdevkên Piştgiriya Taksîmê, Hunermend û Rewşenbîran a bi Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan re, hemû awir zivirîn ser nirxandina îro ya li Parqa Geziyê.

Di roja 17. a berxwedana Parqa Gezî de, Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan ku di rojên destpêkê de digot, "çend talanker" bi berdevkên Piştigiriya Taksîmê re hevdîtin kir. Piştî hevdîtina nîvê şevê, berdevkê hukûmetê Huseyîn Çelîk da xuyakirin heta biryara dadgehê û encamên referandûmê zelal nebin, ewê dest li Parqa Gezî nedin. 

Piştî hevdîtinê, li ser navê koma Piştgiriya Taksîmê Tayfûn Kahraman da xuyakirin, ku têkoşîna demokrasiyê ya bi Parqa Gezî destpê kir, şopeke mezin daniye ser Tirkiyê û diyar kir, ku Erdogan ji wan re gotiye, ewê ji encama referandûmê hurmetdar bin û hêza dijwar a polêsan lêkolîn bikin.

Kahraman ragihand ku ewê biçin Parqa Gezî û mijarê bi yên li wê derê re binirxînin û got, "Nêzîkatiya erênî, wê ji aliyê wan ve jî bi heman erêniyê were bersivdandin. Û wê biryara xwe bidin."

Kahraman anî ziman ku ewê çalakliyên xwe yên îro li Parqa Geziyê yadî 4 kesên di bûyeran de jiyana xwe ji dest dane bikin û got, "Çalakî wê ne şahî be, wê lorîn, xemgînî û bîranîn be. Em li benda herkesî ne."

Hunermend Halît Ergenç ê tevlî çalakiyê bû jî da xuyaklirin ku rayedarên hukûmetê ji wan xwestine, dîmenên di destê wan de ên li ser dijwariya polêsan ji wan re ragihînin û daxwaz kirine, ku êdî dawî li çalakiyê bînin.

Piştî civînê berdevkê hukûmetê Huseyîn Çelîk derket pêşberî çapemeniyê û bibîr xist, ku der heqê Parqa Gezî de biryara hukûmetê ya rawestandina bicihanînê heye û got, "Eger biryara dadgehê biryara me pişrast bike jî, emê ji bo hînbûna gelê xwe, referandûmê pêk bînin. Biryara Stenboliyan ji bo me gelekî girîng e. Biryara Stenbolê, erê yan na, çi be emê bicih bînin."

Piştî hevdîtina nîvê şevê, şande ket ser rêya Stenbolê wê îro danê sibê bi çalakgerên li Parqa Geziyê re nirxandinekê bikin.