Avci: Têkoşîna li derve ez li piyan hiştim

Avci: Têkoşîna li derve ez li piyan hiştim

Girtiyê nexweşê pençeşêrê Kemal Avci ku duh ji girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê hat tahliyekirin, li Okmeydani bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Avci ku di girtîgehê de di bin şert û mercên dijwar de ma, diyar kir ku tu car hêviya xwe wenda nekiriye û got ew bi saya têkoşîna hevalên xwe li piyan maye. Avci ji îşkenceya TEM’ê bigire heta ezyetê li girtîgehê her tişt ji ANF’ê re nirxand.

Yek ji girtiyên nexweş Kemal Avci, ji ber ku li dijî îşkenceya li Nebîha Araci derket, bi îdiaya ku endamê rêxistina DHKP/C ye hat girtin. Lê tişta herî balkêş ya mirovan matmayî dihêle ev ku li Midûriyeta polîsan hemû qelsiyên mirovahiyê vedigerînên rêbaza îşkenceyê û nexweşiya wî wek amûra psîkolojîk bikaranîn.

 LI SER NEXWEŞIYÊ RÊBAZA TÊKBIRINA PSÎKOLOJÎK

Avci tiştên li Midûriyeta polîsan jiya wiha vegot: “Min tedawî didît. Polîs jî ev dizanibû.  Heta li Midûriyeta polîsan a Vata ev li dijî min bikaranîn. Hêj em li Midûriyeta polîsan bûn, polîsekî sivîl ji me re got; Hun hemû hatine girtin. Tun şansê we nîne. Ji min re got, tu ji xwe bi pençeşêrê ketiye. Agahiya me heye. Niha em te dişînin girtîgehê. Nexweşiya te dê li wir pêşde biçe. De bila werin te xilas bikin.’ Bi vî awayî psîkolojiya min xerakirin.  Lê di wê demê de hêj teşîs nehatibû danîn.

Piştre dîtin ku îşkenceya psîkolojîk, tu fêdeya wê nîne, dest bi şîdeta fizîkî kirin.  Bi hinceta ku rêça tiliyên min bigire, milê min girtin û min destê xwe venekir tiliya min şikestin. Milê min tevizî bûn, nîv saet şûnde min fêm kir ku tiliya min şikestiye. Beriya ez bêm binçavkirin, hefteyek berê, ez tevli çalakiyeke runiştinê bibûm û li vir di encama êrîşa polîsan de ez hatim derbkirin û parsuyên min şikandin.

HETA GIRTÎGEHA METRÎSÊ ÎŞKENCE

Heta ez birim girtîgeha Metrîsê ez derb kirim. Milê min ji paşve kelepçe kirin. Polîsekî, bi gulîska di tiliya wî de li devê min xist. Diranê min şikest. Destê min ji ber kelepçê mor bûn.

LI NEXWEŞXANÊ HEMAN POLÎS

Li girtîgeha Metrîsê, atmosfreke ku Engîn Çeperê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin, afirandibû, hebû. Ji xwe em dirûşmeyên ‘Ji kujerên Engîn Çeper dê hesab bê pirsîn’ em ketin girtîgehê û gardiyanan em hema xistin hucreyan.  Rojek beriya ku me sewqî girtîgeha Metrîsê bikin, ji ber pirsgirêka gurçikan, ez rakirim Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedehiyê ya Hasekê. Doktoran got tiştekî te tune û ez şûnde şandim.  Dîsa polîsên Midûriyeta Polîsan a Vatanê yên em derbkirin li wir bûn.  Muhtemelen wan tedawî asteng kir. Gotin tu tiştekî te tune û min li Nexweşxaneya Dewletê ya Tekîrdagê 9 kevir xistin.

LÊGERÎNA KU RUMETA MIROVAN DIŞKINE

Dema em ketin girtîgeha Hejmar 2 a Tekîrdagê em lêgerîn kirin. Me lêgerîn qebûl nekir, ji ber ku rumeta mirovan dişikest.  Piştî vê êrîşê me kirin.  Ji ber ku me li dijî îşkencê berxwe da, lêpirsîn derbarê me de vekirin. Li wir jî ligel ku di raporan de dîtin parsuyên min şikestine, jî Tîma-A  lêdana mirinê li me dan. Dîsa em kirin hucreyan. Ez du mehan her tim çûm beşa lezîn. Di 16’ê gulanê de teşîsa pençeşêrê hat danîn. Ez birim Nexweşxanaya Dewletê ya Edîrneyê. Dema ez ji Tekîrdagê diçûm Edîrneyê di rîngê de rewşa min xerab dibû. Gelek caran ligel ku ez vereşîm jî kelepçeyên min venedikirin. Ji ber ku pirsgirêk diçûyînan de çêdibû, ez sewqî girtîgeha Edîrneyê kirim. Di 4’ê tîrmehê de hatim ameliyatkirin.mîdeya min ji 4’an 3 hat girtin. 25 roj şûnde jî dest bi kemoterapiyê hat kirin.

DI ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHÊ DE YÊN BAŞ JÎ NEXWEŞ DIKEVIN

Avci da zanîn ku di van şert û mercên dijwar de bihêlin kesên nexweş yên baş jî saxlem namînin û got kesên baş tên vê girtîgehê bi gelek nexweşiyandikevin. Avci anî ziman ku nêzî 8 salan jiyana wî ya girtîgehan heye û ji ber vê yekê ji bilî nexweşiya pençeşêra mîdeyê gelek nexweşiyên wî yên din jî hene. Avci got gelek nexweşî ji ber îşkenceyê pêk hatine û got: “Li nexweşxaneya 16 jê giran 400 nexweş hene.  Ne mumkune girtiyên nexweş di van şert û mercan de baş bibin.Doktoran ji bo min gotin divê demildest tahliye bibe. nexweşiya min di asta sêyemîn de ye û dê derbasî ya çaremîn bibe.

Avci hevalê xwe mete Dîşî ku ew jî nexweşê pençeşêrê bû û di meha Gulanê de hatibû tahliyekirin, hembêz kir û got ji bo wî yekane çavkaniya morelê têkoşîna hevalên wî ya li derve bû.