Avahiya HDP'ê dorpêçkirî ye
Polîsên Tirk ên ku avahiya rêxistina HDP'ê ya Stenbolê ser û bin kirin, beriya dayîna daxuyaniya çapemeniyê dor li avahiyê girtin û nahêlin kes xwe bigihîne ber avahiyê.
Polîsên Tirk ên ku avahiya rêxistina HDP'ê ya Stenbolê ser û bin kirin, beriya dayîna daxuyaniya çapemeniyê dor li avahiyê girtin û nahêlin kes xwe bigihîne ber avahiyê.
Piştî ku polîsên Tirk avêtin ser avahiya HDP'ê ya Stenbolê, endamên HDP'ê xwestin li ber avahiyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
Rojnamevanên ji bo şopandina nûçeyê hatine herêmê, ji ber astengiya polîsan nikarin bikevin hundir.
Polîsên Tirk her wiha gef li rojnamevanan xwarin, ku eger wêne û dîmenên avahiyê bigirin, ew ê wan binçav bikin.
Polîsan kolanan avahî lê ye girtin û nahêlin kesek derbas bibe.