Ava vexwarinê nadin girtiyan
Girtiyên di Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê de diyar kirin ku ev 4 roj in ava vexwarinê nadin wan.
Girtiyên di Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê de diyar kirin ku ev 4 roj in ava vexwarinê nadin wan.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê telefonî xizmên xwe kirin û diyar kirin ku li ser wan tundiya derûnî tê kirin. Girtiyên ku bi xizmên xwe re axivîn wiha gotin: “Şert û mercên girtîgehê giran bûne. Ligel qedexeyên rojname, kovar û pirtûkan, hevdîtinên navxweyî jî tê astengkirin. Ji muslixê av nayê û rayedarên girtîgehê bêyî ku hincetekê nîşan bidin, 4 roj in ava vexwarinê nadin qawîşê.”