'Av jî nedan Tîmtîk'

Şîmal Denîz a ku xizma parêzer Ebrû Tîmtîka di rojiya mirinê de ye got ku “Wan şûşeya avê jî nedan me. Me piştî 10 rojan qedehek bi dest xist.”

Parêzer Ebrû Tîmtîk a ku ji bo darizandina bi edalet 224 roj in di rojiya mirinê de ye û Saziya Tipa Edlî rapor dabû wê ku ‘Nikare di girtîgehê de bimîne’ 14 roj in bi darê zorê ew birine Nexweşxaneya Sadi Konûk a li Bakirkoyê. Xizma wê Şîmal Denîz 8 rojan li nexweşxaneyê refakata Ebrû Tîmtîk kiribû, diyar kir ku şertên nexweşxaneyê ji yên girtîgehê xerabtir e û ji bo ku ew av û qedehê jî bi dest bixin gelekî têkoşiyane.

Denîz diyar kir ku êvarî di dema îstîrehetê de bi qestî li nava odeyê lampeyek vêxistî dimîne û got ku, “Bi ser de em nikarin klîmayê jî bigirin. Ji bo ku nexweş nekeve, serê xwe naşo. Jendirme bêyî ku galoşan têxin pê, dikevin odeyê û derdikevin. Şûşeya avê jî nedan me, ji girtîgehê anîn, rojekê dan sekinandin û wisa dan me. Me qedeheke cam xwest, lê ew jî piştî 10 rojan kete destê me. Kevçî jî nedan me. Ji ber şewbê divê şekir di pakêtên girtî de be, lê her roj xistin qutiyekê û dianîn.”

LI DIJÎ MUDAXELEYA BI DARÊ ZORÊ LI BER XWE DIDE

Denîz diyar kir ku Tîmtîk bi tu awayî baweriyê bi nexweşxaneyê nayne û li dijî mudaxeleya bi darê zorê li ber xwe dide. Denîz bal kişand ser vî tiştî ku tekane daxwaza Tîmtîk ev e ku bi edaletî were darizandin, ji van şertên xerab derkeve û were tehliyekirin.